Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide 2023-05-30 11:11:31   ENQERE - Bazirganiya derve ya Tirkiyeyê di çar mehên ewil ên salê de li kêmiyê da. Li gorî TÛIK’ê bazirganiya derve 43 milyar û 444 milyon dolaran li kêmiyê daye.    Lijneya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên bazirganiya derve yên meha nîsanê eşkere kir. Li gorî daneyan; îxracata Tirkiyeyê ya meha nîsanê li gorî meha nîsanê ya par ji sedî 17,1 kêm bû û weke 19 milyar û 331 milyon dolar hate diyarkirin; îthalat jî li gorî nîsana par ji sedî 4,8 kêm bû û weke 28 milyar û 69 milyon dolar hate destnîşankirin. Bazirganiya derve ya ji meha çileyê heta meha nîsanê ji sedî 32,9’ê li kêmiyê da û ji 32 milyar û 984 milyon dolaran derket û 43 milyar û 444 milyon dolaran.