Karkerên Sûriye bi keda erzan karê giran dikin 2018-04-15 09:16:34 ÎZMÎR – Karkerên Sûriyeyî yên ku çermê rûyê pêlavan çêdikin, di şert û mercên giran de dixebitin. Yek ji van karkeran Cûma Hecî Xelîl wiha behsa şert û mercên jiyanê kir:  Xwediyê xanî doza heqê kirê dike. 450 lîre. Heqê ceryanê û avê 500 lîre hatiye. Êê dê Cûma çi bike. Wê ji bo zarokên xwe xerc bike, dê kincan pê bikire, dê pê pêlavê bikire an dê pê heqê kire bide? Penaberên ku ji Sûriyeyê hatin Tirkiyeyê, di şert û mercên giran de bi heqdesteke kêm tên xebitandin. Rewşa van karkeran bandora krîza aborî dide der. Karkerên Sûriyeyî yên li Sîteya Pêlavvanan a Işikentê di şertên zor de dixebitin, nikarin debara xwe bikin.    Karkerê ku çermê rûyê pêlavan çêdike Omer Muhammed 5 sal berê ji Helebê hatiye Tirkiyeyê û di karê çêkirina pêlavan de dixebite. Muhammed diyar kir ku li Sûriyeyê qezenc karê çêkirina pêlavan hebû, lê piştî ew hatine Tirkiyeyê ew ji neçarî bi heqedesteke kêm dixebitin. Muhammed diyar kir ku heftê 400-500 lîreyî distînin û got: “Kurê min di qezayeke trafîkê de birîndar bû. Heqê emeliyata wî 32 hezar lîre. Wesayît lê qelibî. 4 caran emeliyat bû. Lê niha divê careke din jî emeliyat bibe. Ka ez ê heqê emeliyata wî ji kuderê peyda bikim. Ez mecbûr im bixebitim.”    ‘EM NIKARIN BI ZAROKÊN XWE RE BILÎZIN, SOHBETÊ BIKIN’    Muhammed, bi lêv kir ku şert û mercên xebatê giran in û got: “Li vir em saetê ji 08.00’ê sibehê heta 22.00’yê êvarî dixebitin. Di nav bêhna kîmyasalê de. Ev yek bandorê li serê me dike. Êvarî dema em diçin malê, zarokên me dixwazin bên cem me. Lê em jî dixwazin têkevin nav ciyan û rakevin. Ji ber westandinê em nikarin serê xwe rakin. Em nikarin li malê bi zarokên xwe re bilîzin û sohbetê bikin. Çima nabe. Bêhna li vir bandorê li serî dike. Dibe sedema nexweşînan. Rîska wê heye. Îhtimala ji sedî 80 nexweş bikevî heye.”    ‘MA EZ VÎ PEREYÎ BIDIM HEQÊ KIRÊ, AN PEREYÊ CERYAN Û AVÊ’    Muhammed qalibê pêlavan ê di dest xwe de nîşan da û behsa rewşa kurê xwe kir û got: “Niha ji gûzekê ve lingê kurê min tune ye. Tenê hestî ye. Ji paş ve demara wî kin dibe. Divê bê emeliyatkirin, lê pere tune. Divê ez çi bikim. Bila bibêjin ez bikim.” Muhammed domand: “Dibêjim ez biçim derveyî welat, lê destûrê nadin. Bi 400-500 lîreyî dixebitim. Her tişt tê zemkirin. Ma ez bi vî pereyî heqê kire bidim an heqê ceryan û avê?” Muhammed, destnîşan kir ku di piyaseyê de heqê karê ku ew dikin herî kêm divê di navbera 3 hezar û nîv û 4 hezar lîreyî de bûna, lê belê ew bi 2 hezar û nîvan tên xebitandin.    ‘MA WÊ CÛMA ÇI BIKE, DÊ JI ZAROKÊN XWE RE XERC BIKE AN PÊ HEQÊ KIRÊ BIDE’    Karker Cûma Hecî Xelîl jî, destnîşan kir ku ew serê sibehê dest bi kar dikin heta derengê şevê. Xelîl got: “Roj heye heqê bazarê jî di bêrîka me de tune ye. Çima tune ye. Xwediyê xanî doza heqê kirê dike. 450 lîre. Heqê ceryanê û avê 500 lîre hatiye. Êê dê Cûma çi bike. Wê ji bo zarokên xwe xerc bike, dê kincan pê bikire, dê pê pêlavê bikire an dê pê heqê kire bide? Ma qey em derewan bikin. Emrê me qedand. Ez vê zemqê lê dixim. Ka tu saetekê li vir rûnê, hela bê ji ber bêhna vê zemqê tu karî bisekînî?”    MA / Ahmet Kanbal