Aborîzan Sonmez: Ger Kiliçdaroglû bi ser bikeve wê atmosfereke aram çêbibe 2023-05-21 09:16:06 STENBOL - Aborîzan Mûstafa Sonmez diyar kir ku ji ber ku gel ber bi zêr û dowîzan ve çûye bake bi krîza pereyê naqît re rû bi rû mane û got: "Ger di 28'ê Gulanê de Kemal Kiliçdaroglû bi ser bikeve, wê li Tirkiyeyê atmosfereke aram çêbibe. Lê ger siyaseta yekzilamî bi ser bikeve, wê pirsgirêkên aborî yên cidî rû bidin."  Piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, krîza krediyê ya di sektora bankeyan de careke din balê kişand ser xwe. Bankeya Navendî, di 16'Ê Gulanê de hin sererastkirin kirin. Li gor van sererastkirina di warê mişteriyan de lîmîta karta krediyê bisînor kir û ji kratan kişandina avansa naqît û xerckirinên ji bo zêringeriyê bi ji sedî 30 sînordar kir. Lê paşê, piştî ku talîmat ji bankeyan re hat şandin, banke dest ji vê biryara xwe berdan.    Her wiha şîrketa APPLE'yê li Tirkiyeyê hemû berhemên xwe ji sedî 10 biha kir. Piştî hilbijartinê gelek berhem li se rhev biha bûn. Lê pispor destnîşan dikin ku bihabûna mezin dê piştî tûra duduyan a hilbijartina serokkomariyê çêbibe.    Aborîzan Mûstafa Sonmez mijara heyî nirxand.    DÎMENA SINDOQAN   Sonmez diyar kir ku ew bi şik û guman nêzî dîmena ku ji sindoqan xwe daye der dibe û got ku 2 sal in gel li hember enflasyon û krîza aborî têdikoşin. Sonmez anî ziman ku piraniya welatiyan ji ber krîza aborî bi gilî  gazinc in û got: "Hilbijêran di 14'ê Gulanê de eşkere gotin ew vê aboriyê naxwazin. Lê divê mirov li ser kesên ku vê yekê dixwazin biaxive. Derdoreke ku di Erdogan de israr dike heye. Ev jî ya dema Erbakan e. Ev girse, ji aboriyê wêdetir, bi saîqên din tevdigere. Divê ev yek bê dîtin."    Sonmez bilêv kir ku nasnameya elewîtiyê ya namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû tim ji aliyê detshilatê ve berbayî siyasetê û aboriyê tê kirin û got: "Ev, realîteyeke Tirkiyeyê ne. Ne pêkan e ku ev zûzûka biguhere."    Sonmez bal kişand ser meseleya kêmkirina lîmîta avansa naqît a ji aliyê bankeyan ve hat kirin û got ku li Tirkiyeyê dowîz kêm in û dowîzên heyî jî ji aliyêd etshilatê ve hatine xerckirin. Sonmez got: "Gava fiyetê dowîzan zêde dibe, ev wekî enflasyonê li welatiyan vedigere. Me mînaka vê ji sala 2021'ê heya sala 2022'yan dît. Alerjiyeke mezin a hikûmetê heye, li hemberî dowîzan. Desthilat dibêje, 'Bila welatî di lîreyêt irk de israr bikin.' Li hemberî hemû tiştên ku fiyetê dowîzan zêde dikin hazir in. Ji ber vê welatî ji bankeyan pereyê naqît dikişînin. Hin welatî bi awayekî naqît dikevin bin deynan û pê zêr û dowîzan dikirin. Wiha difikirin ku dê dowîz piştî hilbijartinê biha bibein. Hewl didin ku ji vê yekê qezenc bikin. Wer xuya ye ji ber ku ev berbelav bûye, xwestin pêşî lê bigirin. Ev yek jî fiyetê dowîzan biha dike. Lewma biryareke wiha girtin. Hin welatî hene ku bi vî awayî debara xwe dikin. Lê gava hilbijêr ev yek rexne kirin û bertek nîşan dan, dest ji vê briyarê berdan."    VEBERHÊNANÊ BIYANÎ BAWERIYÊ BI ERDOGAN NAYNIN   Sonmez destnîşan kir ku veberhênanên biyanî baweriyê bi Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan naynin û got ku erdogan polîtîkayeke aboriyê ya rast pêk nayne û armancên xwe yên siyasî daniye pêşiya aboriyê. Sonmez got: "Vê yekê jî, ji bo li ser textê desthilatê bimîne dike. Ji dêvla ku aboriyê sar bike û faîzan zêde bike, tersa wê dike. Ji ber vê aborî serobino dibe."    Sonmez ji bo dema piştî hilbijartinê jî got: "Ev yek girêdayî kesê ku wê bi ser bikeve. Ev meseleyeke ku wê veberhênanên navxweyî û derve baweriyê bi kîjan aktorî bînin. Lê veberhênanên biyanî bêtir baweriya xwe bi Tifaqa Miletê tînin. Ger Kemal Kiliçdaroglû di 28'ê Gulanê de bi ser bikeve, dê li Tirkiyeyê atmosfereke aram çêbibe. Lê berevajî wê çêbibe û siyaseta yekzilamî bê ser desthilatê, dê pirgsirêkên aborî yên cidî rû bidin."