Li Amedê karmendan kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin 2023-05-10 16:37:59   AMED - Li Amedê karmendan, bi armanca ji welatiyên ji erdhejê bi bandorbûne re bibin alîkar kampanyaya ‘+1 didin xebitandin’ dan destpêkirin.    Li Ameda ku yek ji bajarên di 6’ê sibatê de ji erdhejên navenda wan Mereşê bi bandor bû, 8 avahî li navçe û gundan jî 18 avahî hilweşiyan. Di encamê de 902 kes birîndar bûn û 414 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.   Ji bo mexdûrên erdhejê yên piştî erdhejan gelemperiyê welat bi piştevaniyê li ser piyan man, kampanyayek jî karmendên amedî dan destpêkirin. Karmendên li Amedê bi armanca piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re kampanyaya “+1 didin xebitandin” dan destpêkirin.    Di çarçoveya kampanyaya bi armanca piştgiriya amediyan hate destpêkirin de tê armanckirin ku ji malbatên malên wan xerabûne an jî xesareke mezin gihiştiyê herî kêm kesekî bidin xebitandin. Ji bo serlêdanên kampanyaya li Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) bên dayîn şertên “di erdhejê de xaniyê wan hilweşiya be an jî xesareke mezin gihiştiyê be” û “li ÎŞKÛR’ê qeydkiri be” hene   Tê payîn ku sektorên weke tekstîl, perwerde, tenduristî, ewlekarî/paqijî, tûrîzm/otelvanî, maden/mermer, înşaet/avahî, hilberîn û AVM/market tev li kampanyayê bibin.   Di nav kampanyayê de ev sazî cih digirin: Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Borsaya Bazirganî ya Amedê, Yekîtiya Odeyên Esnaf û Pîşekaran a Amedê, Serokatiya Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Amedê, Komeleya Pîşesaziya Tekstîl û Karsazan a Başûrrojhilat, Komeleya Jinên Karsaz ên Rojhilat û Başûrrojhilat, Komeleya Pîşesaz û Karsazên Amedê, Konseya Kar a Amedê, Lijneya Şêwirmendiya Bilind a DTSO’yê, Meclîsa Jinan a DTSO’yê, Komeleya Mutehidên Înşaetê ya Amedê, Komeleya Mermervan û Madenvanan a Amedê.