Li Mêrsîn û Edeneyê coşa 1’ê Gulanê 2023-05-01 16:07:37   MÊRSÎN/EDENE - Li Edene û Mêrsînê jî kedkaran daxwazên xwe anîn ziman û peyama têkbirina îktidarê dan.    Li Mêrsînê 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê hat pîrozkirin. Nûnerên rêxistinên partiyên siyasî û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê beriya pîrozbahiyê li ber Stada Kevn a Tevfîk Sirri Gur kom bûn û heta cihê pîrozbahiyê ya li Qada Cumhuriyetê meş li dar xistin. Meş bi coş û kêfxweşiyek mezin hat lidarxistin. Di meşê de pankart hatin vekirin û dirûşmên wek “Jin jiyan azadî”, “Hezar silav li Îmraliyê be” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.      Bi hezaran kedkar û karker li Qada Cumhuriyetê tije kirin û bi hatina korteja Partiya Çepên Kesk re li qadê coş zêdetir bû. Welatiyan demek li ber stranan govend gerandin û dîmenên rengîn ketin ber objekîfên kamerayan û wênekêşan.    GIRTINA ROJNAMEVANAN HAT PROTESTOKIRIN   Mitîng bi rêzgirtinê dest pê kir û qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn. Kedkaran û karkeran soz da ku ew ê îktidara ku bûye sedema bi hezaran canê qurbaniyên mexdûrê dê têk bibin. Di mitîngê de zext û girtina li ser rojnamevanên kurd jî hat şermezarkirin û peyama heta welatek azad were avakirin dê têkoşîna xwe bidomînin.    EDENE   Sendîkayan û saziyên sivîl li Edeneyê jî li Parka Bayrakli 1’ê Gulanê pîroz kirin. Bi hezaran karker tev li şahiyê bûn. Karkeran di mitîngê de daxwazên xwe anîn ziman û soza têkbirina îktidarê dan. Serokê GiştÎ yê Turk-Îşê Ergun Atalay di mitîngê de axivî û xwest pirgirêkên karkeran demildest werin çareserkirin.