Paylan: Bi baca welatiyan alîgirên AKP’ê dewlemend dibin 2018-04-08 09:25:18 ENQERE – Dema Rewşa Awarte hat îlankirin li Tirkiyeyê hejmara milyoneran li dor 93 hezar kesî bûn. Bi Rewşa Awarte re hejmara wan ji sedî 60 zêde bû. Berdevkê Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê Garo Paylan, bi lêv kir ku AKP bi bacên ku ji xizanan digire alîgirên xwe dewlemend dike û got: “Divê em şiyar bin, em tên şêlandin.”  Di 2 mehên ewil ên 2018’an de, hejmara kesên ku di hesabê wî de milyonek lîre pere hene, 2 hezar û 138 kes zêde bûn. Bi vê zêdebûnê re hem li derveyî welat hem jî li hundurê welat, ji meha Sibatê ve hejmara kesên milyoner bi giştî bû 141 hezar û 118. Li gor daneyên Saziya Sererastkirin û Venêhartina Bankavaniyê (BDDK), di dawiya sala çûyî ev hejmar 2 hezar û 138 kes zêde bûye û mewdûata giştî jî bûye 942 milyar û 966 milyar dolar. Lê belê dema Rewşa Awarte hat îlankirin li Tirkiyeyê hejmara milyoneran li dor 93 hezar kesî bû. Lê piştî Rewşa Awarte ev hejmar ji sedî 60 zêde bû.    Hevberdevkê Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê û Parlementerê Stenbolê Garo Paylan ev mijar nirxand.    ‘BI BACAN DERDOREKE BIÇÛK TÊ DEWLEMENDKIRIN’    Paylan, der barê belaviya pereyên di bankeyên Tirkiyeyê de got: “Di bankeyên Komara Tirkiyeyê de bi giştî trîlyon û 600 milyar lîre pereyê 81 milyon welatiyan heye. Niha trîlyoneke vî pereyî tenê di destê 140 hezar kesî de ye” Paylan destnîşan kir ku piraniya serwetê di dest derdoreke biçûk de ye û got: “Derdora mezin jî li hemberî xizaniyê li ber xwe dide û di bin deynan de ye. Binerin trilyon û 600 milyar mewdûatek heye û 2 trîlyon û 300 milyar den heye. Yanî ji vî pereyî trîlyonek di destê 140 hezar kesî de ye. Ev yek encama aboriya şer û aboriya hilbijartinê ye ku AKP’ê ew afirandine. Û di heman demê de encama polîtîkayên bacê ye ku bi salan e em wê rexne dikin. Bac ji kesên pereyan qezenc dikin, rantê bi dest dixin nayê stendin. Bac ji derdoreke mezin tê stendin û bi van bacan jî derdoreke biçûk tê dewlemndkirin.”    ‘EM HEMÛ XIZAN BÛN’    Paylan, diyar kir ku li Tirkiyeyê dahata ku li para ferdan dikeve kêm bûye û got: “Di sala 2008’an de dahata netewî ya li serê ferdeki/ê diket 11 hezar dolar bû, lê îro ev yek daketiya 10 hezar dolarî.” Paylan, destnîşan kir ku her wiha di aboriya Tirkiyeyê de jî tu mezinbûn rû nedaye û got: “Xizan hîn xizantir bûn, lê alîgirên Erdogan dewlemend bûn. Derdoreke biçûk dewlemend bû. Ev encama vê siyasetê ye. Ev bi vî awayî nayê domandin.”    ‘SERMAYEYA XWECIHÎ  Û BIYANÎ DIREVE’    Paylan, anî ziman ku 6 hezar sermayedarên biyanî Tirkiyeyê terk kirine. Paylan, diyar kir ku sermayedarên ku berê îktîdara AKP’ê finanse dikirin ji Tirkiyeyê direvin. Paylan got: “Sermayeya xwecihî û biyanî Tirkiyeyê terk dikin. Lê belê dê hewl bide ku bi faîzeke zêde, bi enflasyoneke zêdetir, bi dowîzên qûrî yên hîn êzdetir ji xizanan bacê bistîne û wê vê pergalê bidomîne. Wê ev yek welatiyan xizantir bike. Ji ber vê ye ku ev rewş dê nedome.”    ‘DIVÊ WELATIYÊN ME HIŞYAR BIN EM TÊN ŞÊLANDIN’    Paylan got: “Divê êdî welatiyên me hişyar bin. Em tên şêlandin. Wekî mînaka Koma Çapemeniya Doganê, 700 milyon dolar ji Bankaya Ziraatê hat girtin û em tên şêlandin. Bacan hemûyan xizan didin.” Paylan diyar kir ku bi bacên welatiyan alîhirên AKP’ê tên dewlemendkirin û AKP hilbijartinan finanse dike.    MA / Selman Guzelyuz