Karkerên taşeronê yên ji kar hatin avêtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin 2018-04-06 15:23:03 ÎZMÎR - Li Zanîngeha Egeyê, 450’î karkerên di sererast kirina kadrotiyê de bi hinceta “Lêpîrsîna ewlekeriyê” ji kar hatin avêtin, dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 450’î karkerên di Zanîngeha Egeyê dixebitin ên bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” di sererast kirina kadrotiyê re derbas nebûn û ji kar hatin avêtin dest bi çalakiyê kirin. Karkerên li ser banga Nûnertiya DÎSK’ê ya Herêma Egeyê kombûn, di 5’ê Nîsanê de bi Rektorlukê re hevdîtin kirin, lê tu encam bi dest nexwestin.  Karkeran li ser vê yekê bi pênşengitiya Şaxa Hejmara 7’emîn a Genel –Îş a Îzmîrê, li ber avahiya Serbijîşên Fakulteya Tipa Rektorên Zanîngeha Egeyê dest bi çalakiyê rûniştinê kirin.   Kakeran diyar kirin ku heya ew paşve vegerîn karê xwe dê dest çalakiya xwe bernedin û dirûşmên “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” berz kirin.   'BÊUSÛL EM JI KAR AVÊTIN'   Karkerê taşeronê Gurkan Akpolat ê 18 salin di Beşa Nexweşxaneya Damarên Dil a Zanîngeha Egeyê de dixebite, diyar kir ku dibin navê sererastkirina “Mîzgîniya kadrotiya karkeran” de hamû karker ji kar avêtin û wiha got: “Ji bo hinceta ji kar avêtian xwe em fêr bibin me daxwazname dan, lê bi bersiva dan me, em carek din şoq bûn. Madya 48’emîn a KHK’a hejara 696 weke hincet nîşan dan. Bi awayekê bêusûlî em ji kar avêtin. Em niha karê xwe paşve dixwazin.”   Ramazan Kilinç ê 12 salin di Beşa Onkolojî ya  Zarokan de dixebite jî, anî ziman ku niha ew bê kar maye û wiha axivî: “Li gel ku tu girtekên sûcên dîsîplînê tunebûn jî ez ji kar avêtim. Sûcekê edlî û gemariyek li ku derê heye bi wê maddeye kirin malên me û em ji kar avêtin. Emê heya dawiya  doza karê xwe bikin û emê berxwedana xwe berdewam bikin.”