'Bi Akkuyu Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan' 2018-04-06 11:30:48   ENQERE - Pisporê Enerjiyê Muhdan Saglam, diyar kir ku ji sala 2010'an heta niha 3 caran vekirina Santrala Nukleerê ya  Akkuyu pêk hat û wiha got: "Pirsgirêka finansê ya Akkuyu didome. Dibe ku ev proje neqede. Tirkiye ji sedî 55 xaza xwezayî ji Rûsya temîn dike. Tirkiye dê bi vê projeyê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan.    Tirkiye û Rûsya di 3'ê Nîsanê de bingeha projeya Santrala Nukleerê avêtin û projeya Santrala Nukleerê îmze kirin. Berê jî Tirkiye li ser Xeta Şîn (Mavî Akim) a Xaza Xwezayî li hev kiribûn. Niha jî li ser Santrala Nukleerê li hev kirin. Ev yek pirsan tîne aqilan. Gelo Tirkiye û Rûsya li ser çi xalan li hev kirin? Bazara çi kirin? tîne aqilan. Tirkiye û Rûsya çend carin peymanên enerjiyê îmze dikin û her ku Rusya enerjiyê dide Tirkiye, Tirkiye bêtir bi Rûsya ve tê girêdan. Li hemberî vê yekê bertek û nerazibûn zêde dibin. Şîrketa dewleta Rûsya ROSATOM bi 20 milyar dolar bingeha Santrala Nukleerê ya Akkuyu avêt. Ev yek di nava Tirkiye de bû mijara bertek û niqaşan. Têkildarî vê yekê Pisporê Enerjiyê Muhdan Saglam ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Saglam, diyar kir ku di vê projeyê de gavên mezin nehatine avêtin û wiha got: "Di nava 8 salan de 3 caran hat vekirin. Di sala 2010'an de proje hat îmzekirin. Heta niha neket meriyetê. Heta niha bingehên biçûk hatine avêtin. Heta niha 3 carin vekirina wê pêk tê. Heta niha lîsansa wê nehatibû erêkirin. Ji bo têkeve lîsansa ceyranê divê lîsansa hilberîna ceyranê bistîne. Dîsa divê lîsansa firotinê bistîne. Lîsansa ji bo avakirina rektoran beriya ku Putîn bê Tirkiye di şeva 3'ê Nîsanê de hat derxistin. Ji ber ku 3 salin dihat rawestandin."    ‘PIRSGIRÊKA FÎNANSÊ HEYE'   Saglam, anî ziman ku her çend bingehê projeyê hat avêtin jî pirsgirêka finansê heye û wiha got: “Yek ji pirsgirêkên bingehîn pirsgirêka sermayeyê ye. Di sala 2010'an de peyman hat îmzekirin. Hat diyar kirin ku dê nexşerêyek bê şopandin. Biryar hat girtin ku ji sedî 51'e projeyê li ser navê Rûsyayê şîrketa ROSATOM’ê û ji sedî 49’ê projeyê jî para Tirkiye be. Şîrketên înşaetê yên Colin, Kalyon û Cengiz bûn talîbê vê projeyê. Di nava wan de konsorsiyum a 3 alî hat avakirin. Lê piştî pêşketin çênebû ROSATOM'ê pêdivî bi lêkolîna van 3 şîrketan dit. Niha finansmanê projeyan nayê dîtin. Hêza ROSATOM ya bi tena serê xwe vê yekê pêk bîne tune ye. Şirketê di serî de li Misir, Arabistan, Çîn û gelek welatên cîhanê projeyan pêş dixe. Ji ber vê yekê naxwaze piraniya butçeya xwe ji Tirkiye re cuda bike. Diyar kirin ku dê di sala 2019'an de sermayeyê bidin projeyê. Ev jî tê wateya ku dê proje pir hêdî pêş bikeve. Ev hêviya der barê projeyê de kêm dike."    'DIBE KU EV PROJE QET NEQEDE'   Saglam, anî ziman ku rayedaran diyar kirin ku ev proje dê di 2023'an de biqede û wiha got: "Dema projeyê dest pê kir, armanc dikirin ku di 2025’an de reaktoran têxin meriyetê. Rîca kirin ku di 2023'an de texin meriyetê. Li ser vê yekê ROSATOM'ê ev yek qebûl kir. Ev înşaet e. Projeyek ku ekstra ewlehiyê dixwaze. Hûn avahiyekê jî çêkin, hûn reaktorek nukleer jî çêkin pêdivî bi sermayeyê heye. Gotina dê di 2023'an de têkeve meriyetê îdîayek pir mezin e. Ji ber vê yekê ne diyar e proje kengî têkeve meriyetê. Niha xuya dibe ku proje qet bi dawî nebe. Ger ku di 2019’an de sermayeya pêwist neyê dîtin, dibe ku ROSATOM bvê projeyê nexe meriyetê. Ji ber vê yekê dibe ku proje bê rawestandin. Ji xwe heta niha proje 8 salin didome. Dibe ku heta 10 salên din jî bê rawestandin. Dibe ku 2023 ji bo Tirkiye dîrokek pir girîng be, lê şert û mercên projeyê têr nakin. Dibe ku ev yek ji bo Rûsya bê wate be."    GER KU RADYOAKTIF BELAV BIBE FELAKET E    Saglam, bal kişand ser angajmanên polîtîk yên Rusya û ROSATOM’ê û wiha berdewam kir: "Rûsya bi vê projeyê li Akdenizê herî kêm dê 30 salan hebûna xwe berdewam bike. Dê karibe vir kontrol bike. Santrala Nukleerê tenê ne ji bo hilberîna enerjiyê ye. Tenê ji reaktoran pêk nayê. Ger ku zerar bigêje Reaktorekê û radyoaktif belav bibe ev talûkeyek pir mezin e. Em dibînin ku li der û dora Mêrsînê fuzeyan bi cih dikin. Em dibînin ku bazirganiyek pir alî heye. Ji bo Rusya ev ne tenê enerjî ye. Tirkiye êdî bi enerjiyê ve hatiye girêdan. Bi vê projeyê Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan. Niha ji sedî 55 enerjî ji Rusya tê temînkirin. Ger ku wekî Serokomar Erdogan got bi vê projeyê ji sedî 10 enerjî bê temînkirin wê demê Tirkiye ji sedî 65 bi enerjiya Rusya ve tê girêdan. Ev ji bo Rûsay firsendeke gelek mezin e.  Saglam anî ziman ku li ava Derya Spî germ dibe û wiha got: "Li Sûriye barageha leşkerî ya Rûsya heye. Niha barageha enerjiyê ava dike. Ev dê bibe şerê enerjiyê. Li Derya Spî NATO jî heye. Dê gelek aktor li vir bi cih bibin û tansiyon dê bilind bibe. Welatên li ser lêvê bahrê yên wekî Îtalya, Yunanistan, Kibris, Tirkiye û welatên Nato dê bên rûqalî hev. Wê demê dê xala 5’emîn çawa be. Ger ku Misir û Îsraîl tev li vê pêvajoyê bibe wê çi bibe. Rusya dê çi bike.    MA / Kenan Kirkaya