Bazirganiya derve lê kêmiyê da û TUÎK’ê nekarî veşêre: Ji sedî 137 zêde bû 2023-01-31 12:12:37   ENQERE - Bazirganiya derve ya Tirkiyeyê ji sedî 137 li kêmiyê da û bû 109 milyar dolar.    Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), îstatîstîkên bazirganiya derve ya meha kanûnê parve kir. Li gorî daneyan, îxracat li gorî par ji sedî 3 zêde bûye û bûye 22 milyar û 910 milyon dolar. Her wiha îthalat jî ji sedî 12,2 zêde bûye û bûye 32 milyar û 612 milyon dolar.    HEM ÎXRACAT HEM JÎ ÎTHALAT ZÊDE BÛ   Li gorî pergala bazirganiya giştî; îxracata sala 2022’yan li gorî heman serdema salek berê ji sedî 12,9 zêde bû û bû 254 milyar û 172 milyon dolar. Her wiha îthalat jî ji sedî 34 zêde bû û bû 363 milyar û 711 milyon dolar.    Bazirganiya derve di meha kanûnê de li gorî heman meha salek berê ji sedî 42 zêde bû û ji 6 milyar û 832 milyon dolaran derket 9 milyar û 701 milyon dolaran. Di meha kanûna sala 2021’an de îxracatê ji sedî 76,5’î îthalatê pêşwazî dikir lê di meha kanûna 2022’yan de ev rêjeye daket ji sedî 70,3’yan.    JI 46 MILYAR DOLARAN DERKET 109 MILYAR DOLARAN   Di serdema çile-kanûnê de bazirganiya derve ji sedî 137 li kêmiyê da û ji 46 milyar û 211 milyon dolaran derket 109 milyar û 539 milyon dolaran. Di mehên çile-kanûna 2021’an de îxracatê ji sedî 83’yî îthalatê pêşwazî kir lê ev rêjeye di heman mehên sala 2022’yan de daket ji sedî 69,9’an.    Ji bilî berhemên enerjiyê û zêrê ku ne pere, di meha kanûna 2022’yan de îxracat ji sedî 2,7 zêde bû û ji 20 milyar û 875 milyon dolaran derket 21 milyar û 437 milyon dolaran. Di heman mehê de ji bilî berhemên enerjiyê û zêrê nepere, îthalat jî ji sedî 0,5 zêde bû û ji 21 milyar û 591 milyon dolaran derket 21 milyar û 704 milyon dolaran.    KÊMANIYA DI BAZIRGANIYA DERVE DE   Berhemên enerjiyê û zêrê nepere ne di nav de, di meha kanûnê de îxracat derket 267 milyon dolaran. Qebareya bazirganiya derve ji sedî 1,6 zêde bû û 43 milyar û 142 milyon dolar. Di meha behsa xeberê de berhemên enerjî û zêrê nepere ne di nav de, îxracatê ji sedî 98,8 î îthalatê pêşwazî kir.    Di heman demê de dewleta herî zêde îxracat kirî bû Almanya û ya herî zêde îthalat kirî jî bû Rûsya.