Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû 2023-01-22 14:32:52   MÊRDÎN - Karkerê bi navê Omer T. ku li kargeha Etî Bakirê dixebitiya, ji ber kevirê bi ser de hate xwarê birîndar bû.    Li kargehên Etî Bakirê ya girêdayî Cengîz Holdînê ya li navçeya Şemrex a Mêrdînê qezaya kar çêbû. Hat zanîn ku dema karkerê bi navê Omer T. li beşa fosfatê dixebitiya, kevirek bi ser de hate xwarê. Karkerê birîndar bûyî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemrexê. Ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê hate kirin û li wir emeliyat bû.