Li pêşiya TUÎK’ê protesto: Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin 2023-01-04 15:08:20     NAVENDA NÛÇEYAN - KESK’ê li dijî daneyên enflasyonê li pêşiya TUÎK’ê çalakî li dar xist û wiha bang kir: “Em ne budçeya şer lê ya kedkaran dixwazin.”    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi sedema ku rêjeya enflasyonê kêm nîşan daye, li pêşiya TUÎK’ê daxuyanî da û TUÎK protesto kir.    ENQERE   KESK’ê li dijî daneyên enflasyonê yên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li Enqereyê li pêşiya TUÎK’ê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê girseyê xwest biçe pêşiya TUÎK’ê lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin û çalakvan ji qadê hatin dûrxistin. Lê tevî hemû astengiyan jî girseyê li deverekê nêzî TUÎK’ê daxuyanî da. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu û Huseyîn Kaçmaz jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bi daneyên TUÎK’ê em bêhtir xizan dibin” hate vekirin. Her wiha girseyê dirûşmên “Bi tena serê xwe xelasî nabe. An em hemû bi hev re yan jî tu kes ji me”, “Zem, zilm, îşkence. Vaye AKP “ û “Ne budçeya şer lê budçeya kedkaran” hatin berzkirin.    DAXWAZA JIYANEKE MIROVÎ   Di daxuyaniyê de Berdevkê Demê yê KESK’ê Sacît Unalmiş axivî û da zanîn ku zema di asta enflasyonê de hatiye kirin ji sedî “0” e. Unalmiş, got ku zema ji bo mûçeyan hatiye kirin li gorî daneyên TUÎK’ê tê wateya bêhtir xizanbûna wan û wiha got: “Çareseriya mayînde ew e ku heqdestekê ku em bikarin pê mîna mirovan bijîn bidin. Daxwaza me heqdestekî ku welatî bikarin pê jiyaneke mirovî bijîn e.” Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl jî jî da zanîn ku TUÎK li gorî dîrektîfên îktîdarê tevdigere û ev tişt anî ziman: “Me di budçeya 2023’yan de dît ku îktîdar guh nade mafên kedkaran. Bi vê budçeyê re dê me careke din têxin nava şer. Em dizanin ku zema ji sedî 25 zem nîne. Em vê xizantiya li me tê ferzkirin qebûl nakin û li her deverê li qadan e.”    Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz jî destnîşan kir ku TUÎK, daneyên li gorî daxwazên Erdogan parve dike û budçeya cemaweriyê ne ji bo gel lê ji bo şer, talan û rantê tê xerckirin.    AMED   Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê jî têkildarî mijarê li pêşiya Midûriyeta TUÎK’ê ya Herêmê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne peymana firotinê ya Memûr-Senê û ne jî enflasyona sexte ya TUÎK’ê dixwazin. Daxwaza me heqdestekê ku bikarin mîna mirovan pê bijîn e” hate vekirin. Di dema çalakiyê de gelek caran dirûşma “Em ê bi berxwedan serbikevin” hate berzkirin. Di daxuyaniyê de Rêveberê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyan (BES) Suleyman Ogut axivî û bertek nîşanî daneyên TUÎK’ê da û diyar kir ku armanca ji vê ew e ku mûçeyên bi milyonan xebatkaran kêm nîşan bide.    Bi heman boneyê li Êlih û Edeneyê jî çalakî hatin lidarxistin û bertek nîşanî daneyên TUÎK’ê hatin nîşandan.