Febrîqeya Nan a Gel li Qereçobanê dest bi hilberînê kir 2023-01-02 14:51:41   ERZIROM - Şaredariya Qereçoban a Erziromê Febrîqeya Nan a Gel vekir. Tê payîn ku febrîqe dê rojane 10 hezar nanan bipêje.    Şaredariya Qereçoban a Erziromê ku di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ye, dest bi çêkirina febrîqeya nan kiribû û febrîqeyê dest bi hilberandinê kir. Tê payîn ku febrîqe rojane 10 hezar nanan bipêje. Şaredariyê bi derfetên xwe 210 donimên zeviyan genim çand û hewl dide sala tê nan bi erzanî bide gel.    Hevşaredarê Qereçobanê Halît Ugun got ku bi vekirina febrîqeyê re armanc dikin ku xelkê herêmê nanê erzantir û biqelîtetir bixwe.