Li ber Meclisê êrişî kedkarên ku mîtînga wan hate qedexekirin kirin 2022-12-16 14:51:17   NAVENDA NÛÇEYAN - KESK’ê piştî mîtînga wê hate qedexekirin xwest li ber Meclisê daxuyaniyê bide, lê polîsan êrişî daxuyaniyê kir. Li gelek bajarên din jî bertek nîşanî qedexeya mitîngê hate dayîn.   Endam û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) bi armanca şermezarkirina walitiyê ku cihê mitînga ku dê bi dirûşmeya “Ne budçeya hilbijartinê budçeya debarê” sibê li qada Tandogan a Enqereyê li dar bixin guhertiye, li ber Deriyê Çankayayê yê Meclisê kom bûn.    MUDAXILEYÎ DAXUYANIYÊ KIRIN    Polîsên ku girseya li ber deriyê Meclisê kombû dorpêç kir, pişt re êrişî komê kirin. Destûr nedan endamên KESK’ê ku îmzeyên komkirine pêşkeşî Meclisê bikin. Piştî gengeşiya qewimî, girseyê nêzî Deriyê Çankayayê yê Meclisê daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, ê bertek nîşanî helwesta polîsan kir, wiha got: “Em li Enqereyê demekî dirêj e bi pêvajoya OHAL’ê re rûbirû ne. Li dijî mafên me yên sendikal, azadiya me ya raman gelek binpêkirinên mafan hene. Em dibînin ku bi cezayê vê hefteyê dane birêz Îmamoglû re edalet û hiqûq hatine binpêkirin.”   ‘BIRÇÎTÎ Û XIZANTÎ WÊ BERDEWAM BIKE’   Bozgeyîk, ê diyar kir ku qedexeyan qebûl nakin, da zanîn ku ji bo biryara qedexeya Walîtiya Enqereyê ya Qada Tandogan serî li dadgehê dane û wiha berdewam kir: “Weke karker, kedkar, dikandarên biçûk, cotkar, teqawît, em her roj bi zêdebûna buhayên nû hişyar dibin. Di zêdebûna buhayê jiyanê de mûçeyên me mîna mûman dihele. Em dibînin ku birçîbûn û xizaniya ku me di budçeyê de jiya wê bidome.”   RIHA   Platforma Şaxan a KESK’a Rihayê bi dirûşmeya “Qad nikarin ji kedkaran re bên qedexekirin” li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em budçeyeke ji bo gel û kedê dixwazin” hate vekirin. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Rihayê Eylem Salar axivî û diyar kir ku mitînga ku da di 17'ê kanûnê de li Enqereyê bi dirûşmeya “Êdî bes e! Em budçeya debarê dixwazin, ne butçeya hilbijartinê” li dar bixin 48 saet beriya mîtîngê Walîtiyê biryar da ku mîtîng li şûna Qada Tandoganê li Anit Parkê bê lidarxistin û ev biryar weke “qedexeya mîtîngê ya fîîlî nirxand. Salar, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ji vir careke din destnîşan dikin. Ev qedexe û astengkirin nikarin paşve gavê bi me bide avêtin. Heta ku ev bêhiqûqî bi dawî bibin wê têkoşîna me bi awayekî bibiryar bidomînin.”   ÊLIH   Platforma Şaxan a KESK’a Êlihê jî li Parka Yilmaz Guney bi awayekî girseyî daxuyanî da. Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê, ÎHD, Baro, Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, TJA, rêxistinên HDP’ê û DBP’ê yên Bajêr û gelek kedkar beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Budçeya ji bo gel û kedê dixwazin” hate vekirin û dowizên “Em nikarin debara xwe bikin” û “Em li ser sînorê xizantiyê zêdebûna muçe dixwazin” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Ne ji şer û rantê re ji gel re budçe” û “Êdî bes e, em nikarin debara xwe bikin” hatin berzkirin.    Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê Denîz Topkan ê metnê daxuyaniyê xwend, bertek nîşanî qedexeya fîîlî ya mîtîngê da û wiha got: “Darbeyek li mafê civîn û xwepêşandanê ye ku ji aliyê Destûra Bingehîn û peymanên navneteweyî ve hatiye ewlekirin û azadiya rêxistinbûyîn, îfade û ramanê ye.”   EDENE   Platforma Şaxan a KESK’ê ya Edenê qedexekirina mitînga wan a Enqereyê ya 17’ê kanûnê, li Parka Îsmet Înonuyê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di çalakiya şermezarkirirên de pankarta “Qad ji kedkaran re nayên qedexekirin!, Em li dijî bêkarî, xizanî û budçeya şer; budçeya debarê dixwazin” hate vekirin û dirûşmên “Qad ji karkeran re nayên qedexekirin” hatin berzkirin. Daxuyaniyê Berdevka Demê ya Platforma Şaxan a KESK’ê ya Edenê û Seroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Edenê Fatma Sariguz Guney xwend.    MÊRSÎN    Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mêrsînê jî biryara qedexeyê li Parka Ozgur Çocuk bi daxuyaniyekê şermezar kir. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê yê Mêrsînê Mustafa Ozbay bertek nîşanî qedexeya fiîlî da û destnîşan kir ku ew jiyaneke mirovane dixwazin.    ANTALYA   Platforma Şaxan a KESK’ê ya Antalyayê jî li pêşiya Peykerê Attalos daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Qadê ji kedkaran re nayên qedexekirin” hate vekirin. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê yê Antalyayê Nûrettîn Sonmez bertek nîşanî qedexeya fiîlî da.    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.