Li warê zeytûnan komkirina zeytûnan destpê kir 2022-12-16 10:00:10   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîr ya Şirnexê di nava çiyayê Gabar û Cudî li ber çemê Dîcleyê komkirina zeytûnan dest pê kir. Welatiyên ku bi kedeke mezin zeytûnan kom dikin diyar kirin ku ew heqê keda destê xwe nastînin.    Li gundê Mîr Hesen yê li ber çemê Dîcleyê û di nava çiyayê Gabar û Cudî de dimîne ku girêdayî navçeya Cizîr ya Şirnexê komkirina zeytûnan destpê kir. Zeytûnên ku her sal di demsala payîzê de tên berhevkirin, piştî xebateke demdirêj tên berhevkirin û piştre jî tên cudakirin. Zeytûnên ku tên cudakirin pişt re ji fabrîkayan re tên şandin û ji rûnê wan sûd tê girtin. Li Cizîrê welatiyên ku bi hewledaneke mezin zeytûnan kom dikin derbarê zehmetiyên di komkirina zeytûnan de axivîn.    KOMKIRINA ZEYTÛNAN    Xwediyê zeytûnan Abdûllah Dogala, bi lêv kir ku bi zeytûnan re wext derbas kirin wî keyfxweş dike û wiha axivî: "Peşiya niha 20 rojan me dest bi komkirina zeytûnan kir. Lê heger ku tu zeytûnan bikî dohn divê ku baranek bibare, dinya pîçekê henîk bibe pişt re dest bi komkirina wan bikî. Çimkî bi vî rengî dohnê wê zêdetir dibe. Ji ber wê jî niha em kom dikin. Dema ku me komkirin jî em ji fabrîkayan re dişînin û dikin dohn. Çiqasî zehmetiyê zeytûnê hebe jî ewqasî bereket û xweşiya wê jî heye. Wexta ku min ev darên zeytûnê çandin stûrbûna dara wê qasî tiliya min bû. Niha mezin bûne. Wexta ku ez bi zeytûnan re mijûl dibim ew rojên berê tên bîra min û ez pê keyfxweş dibim. Ji ber vê jî ez zehmetiyan hemûyan jibîr dikim."   'WARÊ ZEYTÛNAN GABAR Û CÛDÎ NE'    Dogala, anî ziman got ku dara zeytûnê ewilî li Cizîrê şîn bûye û belavî her derê bûye û wiha dom kir: "Ji Tufana Nuh heta niha Cizîr meskenê zeytûnan e. Ez dibêjim cihê ku zeytûn ewilî şîn bûn ev dere, Cudî ye, Gabar e. Ji ber ku dema Nuh kevok firiyandî ku cihê bejahî heye, kevokê bi xwe re çiqila zeytûnê anî bû. Ev jî tê wê wateyê ku Cudî û Gabar warê zeytûnan e. Kêm jî be û zêde jî bin keyfa min jê re tê. Zeytûnê mirov dixwe dike rûn û ji her tişteke wê sûd digire."   'SALEKÎ DIGIRIN, SALEKÎ NAGIRIN'    Ji welatiyan Omer Bozan (62), anî ziman ku qasî ku ked didin heqê wê nastinin û ev tişt got: "Zeytûn ji her tiştekî rehettire. Komkirina wê pîçek zehmet e. Lê em keda destê xwe nastînin. Ez ji demsala biharê heta niha av didim û pê re eleqeder dibim. Lê qasî ku ked didin heqê keda destê xwe nastinin. Zeytûn salekî digirin salekî nagirin. Îsal jî zêde negirtin. Lê heger mirov pê re eleqeder bibe mirov sûd jê digire. 100 darên zeytûnê hene lê ji hemûyan 500 kîloyên zeytûnan derneketin."