Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê: Dixwazin Bogazîçî 'fetih bikin' 2018-03-27 16:46:38 STENBOL - Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê bi armanca piştgiriya dayîna xwendekarên Zanîn Bagazîçî ya ji aliyê Serokomar ve hedef hat nîşandan, daxuyanî da û got: “Dixwazin saziyên bi rûmet yên welat fetih bikin. Tişta hat serê Bogaziçî jî eve.” Platformam Şaxên KESK’ê yên Stenbolê, ji bo piştgiriya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ku ji aliyê Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ve hedef hat nîşandan civîna çapemeniyê pêk anî. Civîn li Şaxa Egîtîm Senê ya Şîşlî hat lidarxistin. Li ser navê Platformê Seroka Hejmara 3’yemîn a Şaxa Egîtîm Sena Stenbolê Ayfer Koçak daxuyanî da.     Koçak, diyar kir ku dixwazin saziyên bi rûmet ên welat fetîh bikin û wiha axivî: “Tişta hat serê Bogazîçî jî eve. Hemû zanîngeh dibin êrîşan dene. Di serdema OHAL’ê de bi polîtîkayên cûda dixwazin zanîngeh koledariyê bikin.”   Koçak, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ê ji bo zanîngehek azad û demokratîk a bikare azadî û mafan biparêze bi hemû hêza xwe têbikoşin.”