Greva sendîkayan bi hinceta ‘ewlehiya neteweyî’ hate qedexekirin 2022-12-13 11:26:06   STENBOL - Serokkomarê AKP’î Erdogan biryara grevê ya sendîkayan ku dê li fabrîkayên li Kocaeliyê pêk anîbûna, bi hinceta “Ewlehiya neteweyî” qedexe kir.   Serokkomarê AKP’î Erdogan biryara grevê ya Sendîkayên Bîrleşîk Metal-Îş û Ozçelîk-Îş ku dê li fabrîklayên li Kocaeliyê grev pêk anîbûna bi hinceta “Dikare ewlehiya neteweyî xera bike” qedexe kir.    ‘WERIN GOVENDA GREVÊ’   Biryara qedexeyê di Rojnameya Fermî de bi serenavê navê  “Biryara Derbarê Qedexekirina Ji Ber Dikare Ewlehiya Neteweyî, Xera Bike De (a bi hejmara 6540)” hate weşandin û hat destnîşankirin ku grev ewlehiya neteweyî asteng dike û ji ber vê yekê jî 60 rojan hate taloqkirin. Sendîkaya Bîrleşîk Metal-Îşê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ji bo xebatkarên têla lastîkan çêdikin ku di şîrketeke navneteweyî ya Belçîkayê de dixebitin ev bang kiribû: “Li kargeha #Bekaert a kargeha ku têla tekerên wesayîtan çêdike û navdar e dê sibê karker saet di 13.00’an de (13’ê kanûnê roja sêşemê) dest bi grevê bikin. Em li benda hemû hevalên xwe yên kedkarin ku bên bi me re govenda greve bigerînin.”