Karkerên ku di înşaeta mizgefta qaçax de birîndar bûn pere pêşniyazî wan hatiye kirin 2022-12-13 09:07:20 ÊLIH - Ji bo 24 karkerên ku di înşeata mizgeftê de birîndar bûbûn, dest ji giliya xwe berdin 4 qatê meaşê kêm pêşniyazî wan hat kirin. Kifş bûbû ku mizgefta navborî bi awayekî qaçax tê çêkirin û ji ber vê ketibû ber lêpirsînê. Lê çendî ku pêvajoya darazî didome jî, çêkirina mizgeftê bi daxwaza Erdogan didome.   Li Taxa Gultepeyê ya Êlihê, di 25'ê Mijdarê de îskeleya înşeata "kulliyeya" ku tê de mizgeft, baxçeyê gel, qadên bazirganî û teknîkê tên çêkirin, rûxiyabû. Ji ber vê 2 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn û 24 karker jî birîndar bûbûn. Karkerên birîndar li Nexxweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê tên dermankirin.    DAXWAZA JI BO VEKOLANDINÊ HAT REDKIRIN   Tevî îtirazên Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) jî, ji bo bigihê hilbijartinê çêkirina mizgeftê hatiye lezandin. Piştî li qada înşaeta mizgeftê karker jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, TMMOB'ê xwest li qadê lêkolînê bike, lê daxwaza wê bi hinceta "ewlehiyê" hat redkirin. Piştî mirina karkeran Serdozgeriya Komarê ya Êlihê lêpirsîn da destpêkirin.    Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya 4 kesên şeftiya şantiyeyê dikin hat girtin.  Her wiha înşaeta li hundirê mizgeftê sekinandiye, lê sererastkirina derdora wê didome.    PERE PÊŞNIYAZÎ KARKERÊN BIRÎNDAR HAT KIRIN   Hat hînkirin ku karkerên di înşeata mizgeftê de dixebitin gelek caran kêmasî ragihandine rêveberiya şîrketê. Hat ragihandin ku piştî ku 2 karkeran jiyana xwe ji dest dane û 24 karker jî birîndar bûne, rêveberên şîrketê pêwendî bi karkerên birîndar û malbatên wan re danîne û dixwazin ser bûyerê binixumînin.    Hat diyarkirin ku rêveberên şîrketa Fernasê ya malbata Necat Nasiroglû ku mizgeft li ser navê wî tê çêkirin, li nexweşxaneyê serdana karkerên birîndar kirine û ji bo karker dest ji giliya xwe berdin 4-5 qatê mûçeya kêmane pêşniyazî wan kirine. Malbatên ku haya ajansa me bi vê yekê xistin, gotin ku wan pêşniyaza şîrketê qebûl nekirine û dê dest ji giliya xwe bernedin.    MA / Fethî Balaman