Banga ji bo mîtînga 'Em nikarin debara xwe bikin' 2022-12-12 18:48:03   AMED- Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê ji bo beşdariya li mîtînga ku dê di 17’ê Kanûnê de bi dirûşmeya “Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê lê budçeya debarê dixwazin” li Enqereyê bê lidarxistin, bang kir.   Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Amedê têkildarî beşdariya li mitînga ku dê di 17’ê Kanûnê de li Enqereyê bi dirûşmeya “Em nikarin debara xwe bikin! Em ne budçeya hilbijartinê lê budçeya debarê dixwazin” bê lidarxistin, li avahiya Komeleya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Civakî ya Amedê (SES) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta, “Ne budçeya hilbijartinê, em budçeya debarê dixwazin. Em di 17'ê Kanûnê de li Enqerê ne” nivîsandî hat vekirin. Hevsreoka SES a Şaxa Amedê Yildiz Ok Orakê metna daxuyaniyê xwend.   Orakê bal kişand ser hilbijartina pêşwext û wiha got: “Di hilbijartina li pêşiya me de dê kursî ji dest desthilatê biçe. Ji bo vê jî taktîka ku bi salan e dimeşînin, careke din serî lê didin. Armanca wan ew e ku budçeya 2023’yan veguherînin veberhênaneke hilbijartinê, wekî budçeya ku dê ‘dest ji raya giştî re veke’ bidin nasîn. Em hemû derdor û welatiyan di vî warî de şiyar dikin. Em bang dikin ku tu kes berbarî vê lîstikê nebe ku bi dehan û bi sedan caran hatiye kirin."   Orakê diyar kir ku dê dê di 17'ê Kanûnê de bı dırüşmeya “Em ne budçeya hilbijartinê, ji bo gel-kedkaran budçeya debarê dixwazin" li Enqereyê bin û ji bo beşdariya li mîtîngê bang kir: "Banga me ji bo karkeran, kedkarên cemaweriyê, kesên teqawidbûyî, ji bo kesên bi meaşê kêm dixebitin, jin, ciwan û hemû kesên di vê çerxê de tên çewisandin û biçûk tênxistin bi xwe ye."   Orakê di daxuyaniyê de tiştên ku doza wan dikin bilêv kirin û got ku ew di bacê de doza dadperweriyê dikin.