Qeyûmê Êlihê ji bo ‘Serkeftina Milazgirê’ 400 û ji bo TUGVA’yê 270 hezar TL xerc kir 2022-12-12 15:15:01   ÊLIH - Qeyûma Şaredariya Êlihê ji bo wesayîtên di bin navê “Serkeftina Milazgirê” de hatine kirêkirin 396 hezar û ji bo organîzasyoneke TUGVA’yê jî 272 hezar TL pere xerc kiriye.    Derket holê ku Şaredariya Êlihê ku rêveberiya wê di destê qeyûm de ye, ji bo tevlibûna pîrozbahiya “Serkeftina Milazgirê” ku Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan jî tev li bûbû û di 25-26’ê tebaxê de li Xelat a Bedlîsê û li navçeya Milazgir a Mûşê hatibû lidarxistin, bi bihayê 396 hezar TL’an wesayît kirê kiriye. Qeyûm, di heman demê de ji bo “Îcadxane” ya ku Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) li bajêr vekirî jî 272 hezar TL pere xerc kiriye. Hat zanîn ku rêveberiya qeyûm ji bo pîrozbahiyên “Serkeftina Milazgirê” di 25’ê tebaxa 2022’yan de bi rêbaza bazariyê îhaleya bi navê “Di çarçoveya salvegera 951’emîn a Fetha Anatoliyayê de ji bo tevlibûna welatiyan a li pîrozbahiyên li Mûşê” vekiriye û îhale daye Elia Tur Organîzasyon, Şîrketa Limîted a Turîzm, Pîşesazî û Bazirganiyê. Her wiha rêveberiya qeyûm îhaleya bi navê “Karê xizmeta organîzasyona vekirina Îcadxaneyê ya Tugva Êlihê” jî di 12’ê cotmeha 2022’yan de daye heman şîrketê.    ‘JI BO ŞOVENÎZMÊ TÊN BIKARANÎN’    Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, bal kişand ser ku îhaleyan ku her carê didin heman şîrketê û tenê rojekê didomin. Demîr, bi domdarî wiha got: “Çavkaniyên şaredariyê ji bo şovenîzmê tên bikaranîn. Her roj deynekî li deynê şaredariyê zêde dikin. Kirêkirina otobûsan a ji bo Milazgirê karê şaredariyê nîne. Her carê pereyê gel bi awayekî derhiqûqî tê xwarin. Lêçûnên saziyên cemaweriyê ji şaredariyê pêşwazî dikin. Ji roja tayînkirina qeyûm heta niha ev rewş didome. Zêdetirî milyarek TL deyn kirine û bila dawî li van sepanên xwe bînin. Di îhaleya bi rêya bazê re de pirsên weke ‘çend rêwî hatine veguhestin’ û ‘çend wesayît hatine kirêkirin’ nehatine dayîn. Tenê qala pereyê hatiye xerckirin dikin. Pereyê divê ji bo xelkê bajêr bê xerckirin, ji bo bajarekê din hatiye xerckirin. Li wir şovenîzm hat kirin. Ji bo ku tev li vê şovenîzmê bibin jî ji gelek bajaran mirov kom kirin. Ji bo veguhestina mirovên li vê derê bi sedhezaran TL xerc kirine. Qeyûm, lêçûnan bi awayekî derhiqûqî xerc dike. Ji bo pêşîlêgirtina vê rewşê em ê serî li rêyên hiqûqî bidin.”    MA / Fethî Balaman