ÎSÎG: Di mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest daye 2022-12-12 13:35:01   STENBOL – ÎSÎG’ê diyar kir ku di cînayetên kar de di meha mijdarê de 127 karkeran û di 11 mehên salê de jî hezar û 658 karkeran jiyana xwe ji dest daye.    Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya meha mijdarê ya cînayetên kar eşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku di meha mijdarê de 127 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de gotin ku di 11 mehên ewil ên sala 2022’yan de hezar û 658 karkeran ji ber perçiqandin, teqîn, ketina ji bilindahiyê, jehrîbûn û asbestê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê, hat diyarkirin ku herî zêde di sektora înşeatê de karker mirin e û 327 kes jî di sektora daristanên çandiniyê de mirine û herî kêm jî di sektora ragihandinê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bajarê ku herî zêde cînayetên karkeran lê qewimî Stenbol e û 229 karker lê mirin e, li bajarê Aydinê jî jî herî kêm karker lê mirine û hejmara karkerên mirin e 33 kes in.    DI 11 MEHAN DE 26 ZAROKÊN KARKER MIRIN E    Her wiha di raporê de grûbên temen ên di cînayetên kar de jî hatin parvekirin. Li gorî vê yekê hat gotin ku di 11 mehên salê de 26 zarokên zarok ku temenê wan di biniya 14 salî de bûne jiyana xwe ji dest dane. Karkerên temenê wan di navbera 15-17 salî de jî 35 kes mirin e.    Di beşa dawî ya raporê de jî navê karkerên di 11 mehên dawî de jiyana xwe ji dest dane, hatine dayîn.