Li Rihayê salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîroz kirin 2022-12-11 22:47:49     RIHA - Li Rihaya ku salvegera 27’emîn a KESK’ê hate pîrozkirin, lîstika “Dek û Dolabên Scapen” a Şanoya Bajêr a Amedê hate lîstin. Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) salvegera 27’emîn a damezrandina xwe li Rihayê pîroz kir. Li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê ku pîrozbahî lê hate kirin pankartên “Ji şer, zext û lêpirsînan re na” , “Jin jiyan azadî” û “Ji şer re na” hatin daliqandin. Gelek kes beşdarî salvegera damezrandinê bûn. ROJA BERXWEDANÊ Bernameya pîrozbahiyê ewilî bi nîşandana sînevîzyona ku dîroka têkoşîna civakî û sendîkayî ya KESK’ê weke mijar digirt dest, dest pê kir. Pişt re Hevseroka Sendîkaya Perwerdehiyê û Kedkarên Zanîstê (Egîtîm-Sen) ya Rihayê Ozlem Ûlûtaş Şengul ewilî axivî. Şengul, diyar kir ku îro ne tenê pîrozbahî ye  di heman demê de roja berxwedanê ye û wiha got: “Bijî KESK, bijî têkoşîna me ya sendîkayî.” JI BO MÎTÎNGA 17’Ê KANÛNÊ BANG KIR Dû re endamê MYK’a KESK’ê Varol Oztorûn axivî û anî ziman ku tevî damezrandina sala 27’emîn a KESK’ê ye jî dîrokeke wê ya têkoşînê ya sed salî heye. Oztorûn, bi lêv kir ku AKP di nava krîzeke pir alî û krîza aboriyê de ye û wiha got: “Niha li Meclisê ne budçeya ji sedî 99 budçeya ji sedî 1 tê nîqaşkirin. Ji polîtîkayên şer û ewlehiyê re budçe hate veqetandin.” Oztorûn, ji bo mîtînga ku KESK dê di 17’ê kanûnê de li Enqereyê li dar bixe bang kir û ev tişt gotin: “Ev mîtîng wê bibe mîtînga kesên ji şer re dibêjin na. Heke em bi hev re bin em ê serbikevin. Em dizanin kî AKP ji kolanan ditirse. Me ev di Geziyê de dît, me di têkoşîna jinan a di 25’ê Mijdarê de dît. Bijî KESK, bijî têkoşîna me ya sendîkal.” LÎSTIKA DEK Û DOLABÊN SCAPEN HATE NÎŞANDAN Lîstika "Dek û Dolabên Scapen" ya ji aliyê nivîskar Molîere yê fransî ve hatiye nivîsandin,  derhêneriya Ozcan Ateş dike û ji aliyê nivîskar Dîlawer Zeraq wergerî kurdî hatiye kirin, hate nişandan. Temaşevanan lîstik gelek ecibandin û çend deqiqeyan bi çepikan dan. Dawiya lîstikê ji lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê re kulîlk hate dayîn û pîrozbahî bi dawî bû.