Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir 2022-08-01 14:29:39   ÊLIH - Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de, lîreyek û nîv zem li heqê otobûsên nava bajêr kir.    Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de zem li veguhestina komelî ya nava bajar kir. Li gorî zema ji îro û pê de ketiye meriyetê; bilêta tam a nava bajar ji 2,5 TL’an derket 4 TL’an, heqê xwendekaran jî ji 2 TL’an derket 2.75 TL’an.