Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin 2022-06-14 10:09:44   AMED - Hat diyarkirin ku Serokê Odeya Zireetê ya Çinarê Cevat Delîl ku li ser navê odeyên zireetê yên Amedê di Lijneya Rêveberiya TZOB'ê de cih digire, ji bo ku serdemeke din jî vê peywira xwe bidomîne odeyên zireetê yên navçeyên Pasûr, Licê û Hezroyê ku mûxalîfên wî ne daye girtin.    Yekitiya Odeyên Zireetê ya Tirkiyeyê (TZOB) ku di pêvajoya hilbijartinê de ye odeyên zireetê yên navçeyên Pasûr, Licê û Hezroyê yên Amedê da girtin. Ji ber ku lêçûn û dahatên wan hev negirtina  û ji sala 2019'an ve civînên xwe yên lijneyên rêveberiyan û meclisan negirtine TZOB'ê derbarê her sê odeyan de lêkolîn daye destpêkirin û piştre her sê odeyan jî girtiye. Hat angaştkirin ku ji bo hilbijartina TZOB'ê li ser daxwaza Endamê Lijneya Rêveberiya TZOB'ê û Serokê Koordînasyona Bajar a Odeya Zireetê ya Amedê Cevat Delîl ku di heman demê de Serokê Odeya Zireetê ya Çinarê ye ev pêngav hatiye avêtin û her sê ode hatine girtin.    JI BO XWE ODEYAN DAYE GIRTIN   Hat angaştkirin ku her sê odeyên navborî muxalîfên Delîl in û ji bo ku serdemeke din jî endamtiya xwe ya Lijneya Rêveberiya TZOB'ê û Serokatiya Koordînasyona Bajar a Odeya Zireetê ya Amedê bidomîne pêvajoya girtinê derbarê wan de daye destpêkirin. Ji bo hilbijartina TZOB'ê wê ji Amedê 4 delege biçin û yek ji wan wê ji bo lijneya rêveberiyê bê hilbijartin. Delîl, ji 12 odeyan piştgiriya 4 odeyan girtiye, 5 ode bêalî xwanê dikin û odeyên Pasûr, Licê û Hezroyê jî bi awayekî aşkera li dijî wî muxalefetê dikin. Tê angaştkirin ku Delîl ji bo peywira xwe cara duyemîn teqez bike ketiye nav vê hewldanê.    Odeyên ku hatine girtin, ji bo rawestandina biryara girtinê ya derbarê wan de serî li Dadgeha Îdareyê ya Nobedar a Enqerê dan.   GIRTINA ODEYAN BÊHIQÛQÎ YE   Serokê Odeya Zireetê ya Hezroyê Ahmet Ebedînoglû, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku Delîl dixwaze careke din bê hilbijartin û ji ber ku wan li dijî xwe dibîne biryara girtina odeyên wan daye derxistin û got ku biryara hatiye dayîn li dijî hiqûqê ye.