'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin' 2022-06-06 15:58:37   AMED - ESM û EMO'yê bertek nîşanî zemên hatine ser ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê da û diyar kir ku desthilat hemû barê krîzê datîne ser pişta gel.    Şaxên Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) û Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê yên Meden, Pîşesazî û Enerjiyê (ESM) yên Amedê, derbarê zema ku di 1'ê hezîranê de hatibû ser ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê de li Sendîkaya Kedkarên Posta, Ragihandin, Çapemenî û Weşanê (Haber-Sen) daxuyanî dan çapameniyê. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ESM'ê Sefer T'ûgrûl axivî û diyar kir ku bi milyonan xizan, kedkar, teqawit û karmendan barê krîza aborî hilgirtine û xwest ku saziyê cemaweriyê yên enerjiyê EUAŞ, TEÎAŞ, TEDAŞ bêyî ku şîrketên diz bikin navberê hilberînê bikin.    Tûgrûl, bertek nîşanî rêjeya zemê da û xwest ku zemên hatine ser ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bê vekişandin.