Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin! 2022-06-01 18:52:23 AMED -  Egitim-Sen a Şaxa Amedê xwest Qanûna Pîşeya Mamostetiyê ku di 3'yê Sibata 2022’yan de di meclîsê re derbas bûbû, paş de bê vekişandin.    Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê ya 7254'an di 3'yê Sibata 2022'yan de li meclîsê hatibû qebûlkirin û "Rêziknameya Dereceya Kariyerê ya Mamostetiya Namzetî û Mamostetiyê" ya têkildarî vê qanûnê jî di 12'ê Gulana 2022'yan de hatibû weşandin. Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Amedê ya Şaxa Yekemîn li pêşiya Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Bajar a Amedê derbarê Qanûna Pîşeya Mamostetiyê (OMK) de daxuyanî da. Endamên Egitim-Senê û gelek kes tev li daxûyanî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Bila Qanûna Pîşeyî ya Mamsotetiyê ya mafê me nahewîne betal bikin!" nivîsandî hat hilgirtin.    Hevserokê Egitim-Sen a Amedê ya Şaxa Yekemîn Zulkuf Guneş metna daxuyaniyê xwend. Guneş diyar kir ku li hemberî ew qas rexne û nerazîbûnan jî OMK di 3'yê Sibata 2022’yan de li meclîsê hatiye qebûlkirin û got: “Ev qanûn tenê ji bo mamosteyan ku di cemaweriyê de dixebitin. Ev qanûn kedkarên perwerdeyê di warê asta kariyerê de ji hev cuda dike û dibe cihê pirsgirêkan. Lewma OMK'ê paş de bikişînin û bi awayekî wekhev û adil tevbigerin."   Di berdewama axaftina xwe de Guneş bi lêv kir ku bi rakirina azmûnên namzetiyê û azmûnan ku bi destê komîsyona MEB'ê tên kirin pêkanînên bêedalet rû didin û got: “Hewce ye ku ev hêla aborî ji bo hemû kedkarên perwerdehiyê û zanîstê bi awayekî wekhev bê helkirin. Pêkanînên ku mamosteyan ji hev cuda dikin bila demildest bên betalkirin."   Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeya ‘Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî’ bi dawî bû.