Kedkarên tenduristiyê Enqereyê bi rengê spî xemilandin: Em li vir in, naçin 2022-05-29 16:35:49   ENQERE - Kedkarên tenduristiyê ku li Enqerê "Mitînga Spî" li dar xistin, ev peyam dan: "Em li vir in, naçin."   Bi pêşengiya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) û rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê, bi şîara "Ked a me ye, gotin a me ye tenduristî ya me tevan e" li Anitparqa Enqerê "Mitînga Spî" li dar xist. Di serî de Amed, Mêrdîn û Wanê ji gelek bajaran bi hezaran kedkarên tenduristiyê tev li mitîngê bûn. Parlamenterên HDP û CHP'ê, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, nûnerên Halkevlerî, KESK, DÎSK, TMMOB, Alinterî, Komeleya Mafê Mezêxeran, Piştevaniya Jinan a Îlmekê û rêxistinên sivîl ên girseya demokratîk jî tev li mitîngê bûn û piştgirî dan kedkarên tenduristiyê.    DOVÎZÊN BI KURDÎ TIRKΠ   Kedkarên tenduristiyê, bi kurdî û tirkî dovîz û pankartên mîna "Ked a me ye, gotin a me ye tenduristî ya me tevan e" , "Di 5 deqeyan de li nexweş nayê nêrin" , "Pêşerojek bi tendurist di destê me de ye" , "Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin" û "Wê jin dawî li xespa civakî ya tenduristiyê bînin" hilgirtin.    Mitîngê ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.    BERTEKA LI DIJÎ WEZÎR KOCA   Li qada mitîngê li dijî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca timik dûrişmeyên mîna "Bes e Fahrettîn te me mehf kir" û "Bes e Fahrettîn te tenduristiyê mef kir" hatin berzkirin.    Di serî de Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci û nûnerên gelek rêxistinên ku tev li mitîngê bûn axivîn. Kesên ku axivîn, di axaftina xwe de polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê yên tenduristiyê rexne kirin û pirsgirêkên ku kedkarên tenduristiyê dijîn û daxwazên wan anîn ziman. Axaftvanan li dijî gefa "ku diçin bila herin" jî gotin ku ew li vir bûne, li vir in û naçin.    Mitîng, bi stranên Kardeş Turkuler bi dawî bû.