Çalakiya kedkarên malbarkirinê encam da 2022-05-29 13:52:37   MÊRSÎN - Kedkarên li Mêrsînê li dijî xebata bi heqdestê kêm dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya karkeran encam da û karker bi protokola hatiye destnîşankirî ve dê rojane di bin 250 lîreyan de neyên xebitandin.    Li Mêrsînê karkerên malbarkirinê  ji ber ku bi erzanî dihatin xebitandin, çalakiya berdana kar lidarxistin. Karkerên ku bêsîgorte di 70 fîrmayan de bi heqdestekî kêm dihatin xebitandin, duh li 'rawestgeha kar' a Taxa Kurdalî ya navçeya Toroslar hatin cem hev û çalakiya xwe li dar xistin. Karkeran xwestin ku ji bo komekî ji 5 kesan pêk tê, fîrmaya barkirinê ya nakliyeyê hezar 250 lîre bide wan.    Ji bo daxwaza karkeran bên bersivandin, Komeleya Karkerên Bêtemînat (GÎŞDER) şandeyek ava kir û bi rayedarên fîrmayên malbarkirinê re hevdîtinek kirin.  Hevdîtinê encam da û fîrmayan, daxwazên karkeran qebûl kirin. Serokê GÎŞDER'ê Abdûlselam Kutlû da zanîn ku divê kesek di bin bihayê herî kêm de neyê xebitandin û ev agahî dan: "Ji bo derveyî bajêr hezar û 700, ji bo Edenê-Sîlîfkeyê hezar û 400, ji bo Anamûr-Gulnarê û Îskenderûn-Ceyhanê jî hezar û 500 lîre hate diyarkirin. Ev protokol dê ji 1'ê hezîrana 2022'yan heya 1'ê hezîrana 2023'yan derbasdar be."