Bankaya Navendî faîzê sabît girt 2022-05-26 15:38:59   ENQERE - Bankaya Navendî polîtîkaya faîzê di ji sedî 14'an de sabît girt.    Lijneya Polîtikaya Pere (PPK) ya Bankaya Navendî (MB), biryara xwe ya faîzê diyar kir. MB, polîtikaya faîzê zêde nekir û di ji sedî 14'an de sabît girt.    LPP piştî civîna xwe daxuyand û ji bo sedemên sabît girtina faîzê wiha hat gotin: "Bandora bilindbûna enflasyonê, tekildarî bûyerên jeopolîtîk bilindbûna bihayê enerjiyê, bandora biha diyarkirinên ji bêbingehbûnê yên derbasdar, enerjiya gerdûnî, ji ber bilindbûnê bihayên berhemên çandiniyê, bandora şoka neyînî berdewam dikin. Tê dîtin ku ev pêvajoya guhezbar a şêlûkirinê wê bidome."   MB'ê diyar kir ku ew ê ji bo bigihîjin armanca xwe ya enflasyonê ya ji sedî 5'an de hemû amûrên xwe bi kar bînin.