Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê 2022-05-15 09:29:33   MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, ji Enqereyê midûrên dema Melîh Gokçek ên ku bi karên biqusûr tên naskirin aniye daniye ser MARSÛ'yê ku nêzî milyarek deynê wê çêbûye.    Piştî Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxa 2019'an de Mahmût Demîrtaş kir qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, kadroya rêvebiriya şaredariyê ji xeynî personelên midûriyeta polîsan bi kesên ji Edene, Mereş û Stenbolê hat dagirtin. Her wiha rêvebiriya qeyûm vê carê jî hin kesên bi karên xwe yên biqusûr tên naskirin aniye daniye ser Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSÛ) ya di nava deynan de maye.    Ji van kesên li MARSÛ'yê hatine bicihkirin yek jê Mehmet Tanrikûlû ye. Tanrikûlû ku li Midûriyeta Nivîsgehê hatiye bicihkirin, endamê Desteya Rêvebir a Baskên Ciwanan a AKP'ê ye, Koordînatorê Herêma Behra Spî ye û di Desteya Rêvebir û Biryara Navendî ya Baskên Ciwanan de ye. Tanriukûlû nêzî 6 meh in di Midûriyeta Nivîsgehê ya MARSÛ'yê de dixebite.    KADROYA MELÎH GOKÇEK   Derket holê ku kesên di dema Şaredarê Enqereyê yê AKP'î Melîh Gokçek de di Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Enqereyê de dixebitîn, transferî şaredariyên di destê qeyûman de hatine kirin. Ji van kesên ku hin ji wan bi karên xwe yên biqusûr tên naskirin, li MARSÛ'yê hatine bicihkirin.    Qeyûm Mahmût Demîrtaş ku Serokê Desteya Rêvebir a MARSÛ'yê ye, ji rêvebirên Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Enqereyê yên berê Mehmet Songûr aniye kiriye Midûrê Giştî yê MARSÛ'yê. Hat diyarkirin ku Cîgirên Midûrê Giştî Abdulsselam Altûnkaynak û Servet Saygin, Serokê Daîreya Karên Aboneyan Hayrettîn Kûdûr û Hamza Demîrkolê ku niha li cihekî nehatiye bicihkirin lê bi kadroya serokatiya daîreyê hatiye, ji Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Enqereyê hatine transferkirin.    PISPORA ÎHALEYÊ JÎ BI XWE RE ANIYE   Mehmet Songûr ê qeyûm ew kiriye Midûrê Giştî yê MARSÛ'yê, di dema xwe ya li Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Enqereyê de gelek karên biqusûr kiriye. Tê gotin ku li Enqereyê îhaleyên bi milyonan bi taybetî ji bo hin kesan eyar kiriye û fîrmayên ku dê îhaleyê bi dest bixin berî îhale bê ragihandin eyar kiriye. Songûr ewilî di dema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de li DÎSKÎ'yê hatibû peywirdarkirin û niha li Mêrdînê hatiye bicihkirin. Her wiha tişta balkêş jî, Songûr "pispora îhaleyan" Harîka A. ku di dema Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Enqereyê de bi hev re xebitîne jî bi xwe re aniye Mêrdînê.    HEM MIDÛR E HEM JÎ SEROKÊ DAÎREYÊ YE   Abdulsselam Altûnkaynak û Servet Saygin ên wekî cigirê midûrê giştî yê MARSÛ'yê hatine, ji xeynî cîgiriya midûr bi wekaletî serokatiya hin daîreyan jî dikin. Altûnkaynak, ji xeynî cîgiriya serokê giştî wekîltiya Serokatiya Daîreya Tesîsan dike û Saygin jî wekîltiya Serokatiya Daîreya Plan, Proje, Veberhênanî û Înşeatê dike. Nayê zanîn bê ka ev kes ji bo vî karê ku wekaleten dikin meaş distînin yan na.    LI BENDA TEQAWIDBÛNA XWE YE   Hamza Demîrkol jî bi kadroya serokatiya daîreyê hatiye Mêrdînê, lê heya niha di tu kadroyan de nehatiye bicihkirin. Hat derpêşkirin ku ji teqawidbûna Demîrkol re hindik maye û ji bo karibe bi sifetê Serokatiya Daîreyê teqawid bibe li benda temambûna rojên xwe ye.    XETA QAÇAX KIŞANDIBÛ   Ji van kesên ecêb yek jê jî Halîl Cevîz e ku berê xeta qaçax a avê kişandibû gundê xwe. Cevîz ku xizmê Parlementerê AKP'ê yê Mêrdînê Şeyhmûs Dînçel e, ji xeynî gundê xwe xeta avê ya qaçax kişandibû gundê Babilcewzê yê mala xezûrê xwe jî. Şêniyên gundê derdorên giliyê wî kiribûn, lê Cevîz hê jî dixebite û Serokê Daîreya Karên Avê û Cihokan e.    MA / Ahmet Kanbal