Qeşayê li fistiqên Rihayê da 2022-05-03 09:08:44 RIHA - Li Rihayê qeşayê li darên fistiqan da. Hilberîner mehsûla îsal winda kirin û çaviyên mehsûla sala bê jî şewitîn.  Di navbera 14-15'ê nîsanê de li Rihayê ji nişke ve germ daket bin sifrê û qeşa çêbû. Qeşaya ku çêbû li bajar li darên fistiqan da û çaviyên mehsûla sala bê şewitand. Li gorî daneyên Odeya Endezyarên Zêrzewatê (ZMO), li navçeya Karakupruyê 2 milyon û 500 hezar, li navçeya Hewagê 4 milyon, li navçeya Xalfetiyê 4 milyon, li navçeya Bêrecûkê 7 milyon û 50 hezar darên fistiqan hene. Ji ber qeşayê li Karakupru û Xalfetiyê ji sedî 50, li Hewagê ji sedî 40, li Bêrecûkê jî ji sedî 15'ê fistiqan şewitîne.    Li navçeya Karakupruyê hilberînerê fistiqan Omer Çoban, diyar kir ku ji ber qeşayê mehsûla fistiqan a du salan winda kirine û wiha got: "Ji ber sermayê rengê darên fistiq û gûzan qewe bûye. Bi şewitandinê re hem berhemên îsal hem jî berhemên sala bê çûne. Kes halê me cotkaran napirse. Mixabin rewşa fistiqan wiha ye. Ji bo girtina fistiqan du sal bûn me ked dida. Ji ber şewitandinê rojên zor li benda hilberîneran e. Hişkesaliyê jî bandoreke ne baş li hilberandinê kir. Heke dar şil bûna wê tev biçûna. Jixwe berhema îsal çû, sala bê jî wê dar ji bandora vê şewitandinê xelas nebin. Piştî du salên din em ê bikaribin berhem bigirin. Tenê li taxa me hezar ton xesar çêbû. Hezar ton jî sala bê wê neyê girtin."   DERDÊ COTKARAN NAYÊ PIRSÎN   Çoban ku ji kêmbûna mehsûla fistiqan a îsal gazin kirin û bertek nîşanî zêdebûna bihayê derman û gubreyê da û ev tişt got: "Ji ber bihayê wê kes nikare gubreyê bikire. Derman bibêjî agir e. Kes derê cotkar napirse. Tenê derdê me ew ku darên me vegerên halê xwe baş. Darên me ji me re bimînin besî me ye. Li taxa me her darek 50 kîlo dide. Îsal rewşa me ne baş e."   MA / Mujdat Can