Banga ji bo 1’ê Gulanê: Werin em li dijî şer rabin 2022-04-29 09:10:36 ÊLIH/AMED - Nûnerên rêxistinên kedê û karkeran banga tevlibûna mitînga 1’ê Gulanê kirin û xwestin her kes bi têkoşîna hevpar li dijî şer rabe.  Ji 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran re du roj man. Karker û kedkar di vê cejnê de daxwaz û nerazîbûnên xwe li dijî polîtîkayên îktidarê tînin ziman. Li Êlihê roja  yekşemê 1’ê Gulanê li Parka 8’ê Adarê saet li 12.00’an mitîng tê lidarxistin.    Li Amedê jî roja yekşemê 1’ê Gulanê bi pêşengiya KESK, TMMOB, Odeya Bjîşkan û DÎSK’ê li Qada Îstasyonê saet li 10.00’an mitîng tê li darxistin.     Nûnerên saziyan û kedkaran banga tevlibûn mitîngan kirin.    ‘EM Ê LI DIJÎ ŞER RABIN’    Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê Denîz Topkan anî ziman ku ew ê bi dirûşma “Em li dijî şer, kedxwarî û feqîr û bêkariyê, hêviya aştiyê û têkoşînê mezin dikin” mitîng dê li dar bixin û banga tevlibûna mitîngê li karker û kedkarên bajêr kir. Topkan destnîşan kir ku ew ê di mitîngê de li dijî şer û talanê derkevin û li dijî van banga têkoşîna hevpar bikin û li qadan têkoşîna xwe bidomînin.    BANGA BO MITÎNGÊ    Serokê Sendîkaya Petrol Îşê ya Şaxa Êlihê Veysel Kartal jî anî ziman ku ew ê li dijî krîza aborî li qadan bin û daxwazên xwe bînin ziman û xwest her kes tevli mitîngê bibe.    ‘KARKER NE DI XEMA ÎKTIDARÊ DE NE’    Serkan Tekîn ê ku karkeriya înşeatê dike diyar kir ku keda karkeran tê xwarin û her çiqas keda karker û kedkaran tê xwarin jî viya ne di xema îktidarê de ye. Tekîn da zanîn ku ew ê karker bi daxwazên li qadên 1’ê Gulanê bin û dê karker ji bo siberoja xwe daxwazên xwe qîr bikin û her tişt li ser pişta karkeran tê kirin û tu daxwazên wan nayê qebûlkirin. Tekîn divê îktidar guh bide daxwazên karkeran.    ROJA XWESTEKA HEQ E    Haci Muhammed Demîrel jî anî ziman ku tevî ew teqewît bûye jî lê ji ber nikare debara xwe bike li ser tableyan tiştan difiroşe û ew ê di 1’ê Gulanê de daxwaza heq û hiqûqa xwe bikin.    XWEST HER KES BIÇE MITÎNGA 1’Ê GULANÊ    Mehmet Gundem ê ku karê seyariyê dike jî destnîşan kir ku ew dikevin cejna karkeran lê karek ku bikin tune ye û êdî wisa bûye ew nikarin debara xwe bikin. Gundem got divê li dijî kedkariyê û ji bo daxwaza heqê xwe her kes biçe qada 1’ê Gulanê.    DÊ JI ŞER RE BÊJIN NA    Mehmet Tanrikulu jî diyar kir ku ew carna dema kar hebe li înşeatan dixebite û karker li vî welatî her tim birçî dimînin û iktidara vî welatî tenê berîka xwe difikire û karker û kedkar ne di xema îktidarê de ne. Tanrikulu anî ziman ku ji bo şer bê sekinandin dê di 1’ê Gulanê de daxwazên xwe bînin ziman û ew ê li qadê aştiyê bixwazin.    ‘JIYAN KIRINE JEHR’    Mehmet Demîr jî da zanîn ku karker heqê keda xwe nagirin û her tişt pir biha bûye û îktidarê jiyan li xelkê kiriye jehr û dojeh. Demîr got ew ê li dijî van çeteyan û bihakirinê biçe qada 1’ê Gulanê. Demîr destnîşan kir ku vê îktidarê welat ber bi hilweşandinê û têkbirinê ve biriye û divê xelk destûrê nede vê yekê.