Hilberînerên mişmişan ku qeşayê li mişmişên wan da li benda piştgiriyê ne 2022-04-25 09:23:32 MELETÎ - Hilberînerên mişmişan ku îsal qeşayê li mişmişê wan da û bi mexdûriyeteke mezin re rû bi rû ne, daxwaz kirin ku li gorî tapoyan tespîta xesara wan bê kirin, deynê wan bêfaîz bê taloqkirin, ji bo ketana çandiniyê OTV û KDV bê rakirin û banga piştgiriyê kirin.  Li Meletiyê, di nîveke meha nîsanê de ji ber hewaya sar a çend rojan qeşayê li mişmişan da û li baxçeyên mişmişan xesareke mezin pêk hatiye. Ji ber qeşayê ji sedî 80'yê kulîlkên darên mişmişan hişk bûne û wê îsal mişmiş negirin. Hilberînerên mişmişan ku bi mexdûriyeteke mezin re rû bi rû ne, li benda alîkariyê ne. Cotkar Huseyîn Solak û Serokê Sendîkaya Hemû Hilberîn û Gundiyan  (TUM KOY SEN) a Meletiyê Alî Guler ku di heman demê de hilberînerê mişmişan e, derbarê pirsgirêk û zehmetiyên ku hilberîner pê re rû bi rû mane de axivîn û nirxandinan kirin.    Huseyîn Solak, diyar kir ku di navbera 13-15'ê nîsanê de hewa 9 pîle ketiye bin sifire û mişmişên hê nû ji kulîlkên xwe derketine hişk kiriye û wiha got: "Alternatîfeke me ya din tuneye ku em pê de biçin. Em bi mişmişan bawer dibûn û çandiniya gulberoj û silqê dikir. Ji ber ku mazot, gubre û îcare biha bûne em jî nizanin ku em ê çi bikin. Em dixwazin ku deynê qrediyan bên taloqkirin û bankayên qrediyên çandiniyê û zêrzewat ji bo cotkaran taloqkirinê bikin. Bi vê wê cotkar karibe rehet bibe. Heke siberoj pereyê av, mazot, gubre û dermanê zerzewat bê xwestin wê cotkar nikaribin ji bin derkevin. Mirovên ku niha bi zorê debara xwe dikin di asta tunebûnê de ne. Heke wiha biçe wê cotkarî biqede. Bila bihayê mazot û gubreyê bê asayîkirin, OTV, KDV bê daxistin, yekîneyên avê deynê xwe ji bo salekê betal bikin. Destê xwe xistine tînaka gundiyên ku nikare pereyê av, gubre, mazot bide. Wê welatî traktora xwe bifiroşe û serî li qrediyê bide. Qredî jî nadin. Wê ev mirov ji neçarî li kargehan bixebitin. Em dixwazin ku destek bidin çandiniyê."   POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ ÊN ÇANDINIYÊ   Serokê TUM KUY SEN'ê Alî Guler jî da zanîn ku di encama polîtîkayên şaş ên çandiniyê de gundî-hilberîner di rewşeke zor de ne û ev tişt anî ziman: "Dixwazin piyaseya hundir biqedînin, girêdayî derve bikin û bi qanûnên derhanînê bi rê ve bibin. Weke sendika destpêkê em vê red dikin. Divê terka polîtîkayên derhanînê bê kirin û vegerandina li erd çê bibe. Divê piştgiriya hilberînerê erd bê kirin. Pêwistiya ji sedî 85'ê mişmişên hişk a Tirkiye û welatan em dibersivînin. Ji sedî 80'yê baxçeyên mişmişan hişk bûne. Rexmî vê rewşê jî pirsa halê cotkaran nayê kirin. Bi vê rewşê bi hezaran hilberînerên mişmişan û gundî tune bûne. Dev ji debarê berdin divê heta sala 2023'yan li baxçeyê xwe binêre."   ŞANSÊ WAN Ê HILBERANDINÊ TUNEYE   Di berdewama axaftina xwe Guler, daxuyaniya Bankaya Zîraatê ya "sedemeke bilindbûna enflasyonê bilindbûna ketana çandiniyê ye" bi bîr xist û wiha pêde çû: "Tespîta ku saziya herî xwedî raye ya dewletê kiriye, weke sendîkaya hilberîner û gundiyan bi salan e em tînin ziman. Tonek dermanê çandiniyê ku me bi 120 TL'yî dikirî îsal me bi 70 TL'yî kirî. Gubreya ku me di navbera 70-110 TL'yî de dikirî îsa me bi 700-800 TL'yî kirî Û nikaribû zêde bi kar bînin. Mzot jî bûye 22 TL. Di van şertan de şansê hilberandinê yê hilberîner tuneye. Divê cotkar û hilberîner bi çandiniyê ve bên girêdan. Ji bo pêşdeçûna welat û erzanbûna xurek divê piştgiriya hilberîneran bê kirin. Destpêkê divê OTV û KDV'a mazot û gubreyê bê rakirin, zem bên vekişandin. Qet mala prîmên SSK û BAG-KÛR'ê yê gundî û hilberîneran nayê kirin. Prîma BAG-KÛR'ê bûye hezar û 600 TL. Hilberîner nikare vê razîne. Divê ev bê daxistin û nîvê wê ji aliyê dewletê ve bê razandin. Em hilberîneke taybet nakin, tenê debara xwe dikin. Em hem feydê didin dewletê hem jî neçar in hilberînin. Ji bo vê divê piştgiriya çandiniyê bê kirin."   DAXWAZA TALOQKIRINA DEYNAN   Guler, derbarê qesara qeşayê de jî bi lêv kir ku di asteke bilind xesar pêk hatiye û daxwaz kir ku ev xesar bê tespîtkirin û ji bo cotkaran piştgirî bê dayîn û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Divê ev piştgirî li gorî Hewza Sîxorteyên Çandiniyê (TARSÎM) neyê nirxandin. Lewre erd perçe bi perçe û hîsse ne. Ji ber vê gelek mirov, Pergala Qeydê ya Cotkariyê nakin. Ji ber ku prîmên sîxortayê bilind in gelek mirov naçin TARSÎM'ê. Divê li gorî tapoyan xesar bê tespîtkirin. Heke piştgirî bê dayîn divê ji bo hemû cotkaran ku xesar dîtine bê dayîn. Dema ku ev bê dayîn divê dewlet piştgiriya qrediya bêfaîz jî bike. Divê deyn bên razandin. Em dixwazin ku deyn jî bêfaîz bên razandin."   MA / Mujdat Can