Dêrsim dê 1’ê Gulanê li Qada Seyîd Riza pîroz bike 2022-04-15 14:04:34   DÊRSIM - Rêxistina HDP’a Dêrsimê aşkere kir ku wê 1’ê Gulanê li Qada Seyît Riza pîroz bikin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsimê bi armanca starta 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bide li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankartên “Bi ruhê Newrozê biçin 1’ê Gulanê” û “Bijî Yek Gulan” hatin vekirin. Rêveberên HDP’ê yên bajêr û parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu beşdarî civînê bûn.    Hevserokê HDP’a Bajêr Ferhat Yildiz ê têkildarî 1’ê Gulanê axivî wiha got: “Em weke rêxistinên HDP’a bajêr û navçeyê dê têkildarî 1’ê Gulanê hem xebatên me bi xwe hem jî xebatên ku em bi Platforma Ked û Demokrasiyê re pêk bînin dê çêbin. Di çarçoveya van xebatan de em ê ruhê 8’ê Adarê û 21’ê Adarê bibin 1’ê Gulanê. Ji ber vê yekê em bang dikin ku di serî de kedkar hemû gelê me vedixwînin çalakiya ku em ê di 1’ê Gulanê de li Qada Seyît Riza pêk bînin.”