Çerkezoglû: Em ê têkoşînê veguhêzînin 1'ê Gulanê 2022-04-15 09:13:59 STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû, diyar kir ku bi dirûşma "Em ê bi hev re buguherînin" amadekariyên 1'ê Gulanê dikin û îsal dê li qadan dengê "wiha nabe" yê kedkar û kedkaran bilind bibe û got: "Em ê mil bi mil, bi hev re têkoşînê bilind bikin."  Karker û kedkar amadekariyên 1'ê Gulanê dikin. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Yekitiya Diransazan a Tirkiyeyê (TDB) bi hev re Qadac Maltepeyê wekî qada çalakiyên 1'ê Gulana îsal diyar kirin. Dirûşmeya 1'ê Gulana îsal jî "Em ê bi hev re biguherînin" e.    Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû, amadekariyên 1'ê Gulanê nirxandin.    POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê KRÎZ KÛRTIR KIR   Çerkezoglû, destnîşan kir ku hem li cîhanê hem jî li Tirkiyeyê çîna karkeran bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin û di heyameke wisa de 1'ê Gulanê pêşwazî dikin. Çerkezoglû, bibîr xist ku 2 sal in ji ber pandemiyê hevdîtinên girseyî nedihatin çêkirin. Çerkezoglû, anî ziman ku krîza heyî bi pandemiyê re kûrtir bûye û got: "Bi taybetî jî ev krîz ji ber polîtîkayên desthilata AKP'ê ye."    TÊKOŞÎN   Çerkezoglû, destnîşan kir ku niha di warê kar, îstihdam û dahatê de krîzeke pir mezin rû daye û got: "Bi zemên ji serê salê ve tên kirin û girêdayî vê zêdebûna enflasyonê kesên bi keda xwe debara xwe dikin bi birçîbûnê re rû bi rû hiştin. Em DÎSK, di pêvajoyeke wiha de bi mehan e dibêjin 'em dixwazin debara xwe bikin, di dahatê de edalet, di bacê de edalet" û têdikoşin. Em ê vê têkoşînê ber bi 1'ê Gulanê ve bibin."    Çerkezoglû, ji bo daxwazên 1'ê Gulanê jî got: "Bi taybetî em doza heqdesteke ku pê akribin bi awayekî mirovane bijîn dikin. Demildest divê komîsyona tespîtkirina meaşê kêm kom bibe û meaşê kêm rojane bike. Mehaneya teqawidbûnê ya herî kêm divê bi qasî meaşê kêm be. Em doza pergaleke bacê ya biedalet dikin. Heya di dahatê de edalet çênebe dê di bacê de çênebe. Divê barê bacê yê li ser meaşan bê rakirin. Divê astengiyên li ber sendîkabûnê û mafên sendîkayî bên rakirin."    LI DIJÎ PERGALÊ 1'Ê GULANÊ   Çerkezoglû, ji bo girîngiya 1'ê Gulana îsal jî destnîşan kir ku 1'ê Gulana îsal dê li seranserê cîhanê li hemberî pergalê bibe dengê "wisa nabe". Çerkezoglû, ji bo vê bang li hemû kedkar û karkerên xwedî li keda xwe derdikevin kir ku li qadên 1'ê Gulanê bên cem hev du û got: "Bê guman em ê heya 1'ê Gulanê û di 1'ê Gulanê de û piştî 1'ê Gulanê ji bo keda xwe mil bi mil, bi hev re têkoşînê bilind bikin."    MA/ Kadîr Guney