Şaredariya Rihayê li şûna îhaleyê bi rêbaza “temîna rasterast’ dixebite 2022-04-14 11:03:16 RIHA - Derket holê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ku di destê AKP’ê de ye,  di sala 2021’an de bi rêbaza temînkirina rasterast, 50 milyon û 500 hezar TL xerc kiriye û bi vê yekê re pêvajoya îhaleyê bi tevahî ji holê rakiriye.  Komîsyona Venihêrînê ku ji encûmenan pêk tê, rapora xwe ya hatin û çûnên sala 2021’an a Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya di bin rêveberiya AKP’ê de temam kir. Rapor, di rûniştina meha nîsanê de kete rojevê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şerh danî ser raporê. Di sedema şerhê de HDP’ê diyar kir ku lêçûnên şaredariyê pêşkeşî komîsyona venihêrînê nehatine kirin û agahî û belgeyên lêçûnên keyfî jî nehatine aşkerakirin.    Di hinceta xwe de HDP’ê destnîşan kir ku wan di rapora xwe ya şerhê de daxwaz kiriye ku ji bo komîsyonê kesên pispor bên diyarkirin lê ev daxwaza wan ji hêla endamên AKP’ê û serokê komîsyonê ve hatiye redkirin. Di nîşeya xwe de HDP’ê hemû lêçûnên fizûlî yên şaredariyê yek bi yek diyar kirin.   9 MILYON Û 700 HEZAR TL AVANS DANE OFÎSA ALAVAN   Di raporê de hat gotin ku di sala 2021’an de bi rêbaza temîna rasterast, 50 milyon û 500 hezar TL hatine xerckirin û têkildarî vê temînê jî tu belge yan jî agahî ji komîsyonê re nehatine şandin. Ev yek jî bû sedema şerha HDP’ê. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku şaredariyê 9 milyon û 700 hezar TL avans da ye Ofîsa Amûran a Dewletê û nehatiye destnîşankirin bê ka ev lêçûn li gorî çi hatine diyarkirin û belgeyên vê nehatine nîşandan.   LÊÇÛNÊN ÇAPEMENIYÊ BO MÊVANAN XERC KIRINE!    HDP’ê di rapora xwe ya şerhê de da zanîn ku ji 9 milyon û 972 hezar TL’yên ji bo çapemeniyê hatine veqetandin 8 milyon û 965 hezar TL jê hatine xerckirin lê lêçûnên ji bo mêvanan jî di nava van lêçûnan de hatine destnîşankirin.    ŞUŞKÎ Û ÎKMALA MAKÎNEYAN BELGE NEDAN!    Di raporê de HDP’ê destnîşan kir ku Daîreya Îkmalkirina Makîneyan û Midûriyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê (ŞUŞKÎ) pirsên di rapora venihêrînê de hatine kirin ne bersivandine û ji bo pirsên bê ka kê ev makîne kirê kirine û bi çiqasî hatine kirêkirin jî ev bersiv da ye: “Îhale hatiye dayîn û bi bedêla wî jî hatine kirêkirin. Derfetên me nînin ku em tevekan bînin vê derê.” HDP’ê da zanîn ku bi vê yekê re ewraqên heyî ji komîsyona venihêrînê hatine veşartin. ŞUŞKÎ’yê ev pirsên di raporê de jî bêbersiv hiştin: “Panelên rojê di çi rewşê de ne? Dahata dayîn û standinê çiqas e û ji bo ceyranê çiqas pere hatiye dayîn? Îhaleyên bîrên avê bi kîjan rêbazê hatine dayîn û we dayîne kê? ŞUŞKÎ’yê bi makîneyên xwe heta niha çend bîrên avê vekirine?”    Rapora venihêrînê ku HDP’ê şerh danîbû ser, li meclisa şaredariyê bi piraniya dengan hate erêkirin.    MA / Mujdat Can