Aborînas Şahînoz: Ne wezîrên aboriyê lê divê polîtîka biguherin 2022-04-08 10:12:38 ENQERE - Prof. Dr. Ahmet Şahînoz diyar kir ku sedema bingehîn a qeyrana aboriyê, polîtîkayên desthilatdariyê ne û wiha got: “Ji bo ku aborî bi ser xwe ve bê, ne wezîr lê divê polîtîka bê guherandin.”  Qeyrana aboriyê ya li Tirkiyeyê her ku diçe girantir dibe û bedêla vê qeyranê jî kedkar didin. Polîtîkayên aboriyê yên nû yên AKP’ê dike ku xelk roj bi rojê xizantir bibe. Têkildarî mijarê profesorê aboriyê Prof. Dr. Ahmet Şahînoz bi ajansa me re axivî û diyar kir ku bi guherandina berpirsyarên aboriyê re qeyrana heyî çareser nabe.    GUHERTINÊN TÊN KIRIN JÊBAWERIYÊ TUNE DIKE   Ahmet Şahînoz got ku ne berpirsyarên aboriyê lê divê polîtîkaya aboriyê biguhere û ev tişt anî ziman: “Ji ber guherandina wezîrên xizîne û darayiyê, di piyasayê de jênebawerî çê dibe. Hewceye berpirsyarên aboriyê tiştekî ji aboriyê fêm bikin lê di mijara aboriyê de pispor nînin. Weke ku em li dewleteke qebîleyê bijîn, ev kes ji sermayedarên biyanî re dibêjin; ‘em ê guhên burokratên ku li pêşiya we dibin asteng bikêşin.’ Ji ber van gotinan, baweriya veberdêran namîne. Bi guherandina kesan re aborî bi ser xwe ve nayê. Ya pêwîst, guherandina polîtîkayan e.”    QEYRANA HERÎ MEZIN ENFLASYON E   Bi domdarî Şahînoz diyar kir ku di halê hazir de qeyrana herî mezin enflasyon e û wiha domand: “Ji ber ku ji vehewînê heta xurek û hwd., enflasyon bandorê li hemû pêdiviyên jiyanî dike. Mirov êdî nikarin van tiştan bikirin. Di nava 20 salên dawî de enflasyon tu carî ewqas bilind nebûbû. Enflasyona ku gel hîs dike, ji ya ku hatiye diyarkirin gelek zêdetir e. Dibêjin ku enflasyon ji sedî 60 zêde bûye lê bihayê tiştan gelek zêdetir bûye. Di veguhestine de ji sedî 99 zêde bûye. Ev, daneyên TUÎK’ê ne. Em van daneyan weke daneyên rast qebûl dikin lê li gorî hesabên ENAG’ê jî enflasyon ji sedî 140 zêde bûye. Weke hemwelatiyekî dema ez diçim bazarê, tiştên xwe ne li gorî enflasyona ji sedî 60 lê li gorî enflasyona ji sedî 100 dikirim. Mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê enflasyon, bihabûna her tiştî û xizaniya ku van bi xwe re anî ye.”    JIYANA DI BIN SÎNORÊ BIRÇÎTIYÊ DE   Di berdewamê de Şahînoz anî ziman ku 27 milyon kes neçarî alîkariya dewletê hatiye kirin û wiha pê de çû: “Bi milyonan kes neçarî alîkariya dewletê hatine kirin. Ev jî nîşan dide ku mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê xizantî ye. Şaredariya Rihayê xwestiye 60 karkerên paqijiyê bigire kar. Ji bo vê 53 hezar kesan serî lê da ye. Ev jî nîşaneya bêkariyê ye. Daneyên TUÎK’ê yên ji bo bêkariyê rast nînin. Kêm kêm 8-9 milyon bêkar hene. Pirsgirêka bingehîn, polîtîkayên aboriyê ne.”   DAHAT JI KARKERAN BER BI SERMAYEDARAN VE HERIKÎ   Şahînoz, da zanîn ku li gel ku Tirkiye ji sedî 11 mezin bûye jî, girseyeke mezin a gel neçarî xizantiyê hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema vê, newekheviya dahatê ye. Polîtîkaya aboriyê rê li ber vê vedike. Divê polîtîkaya aboriyê qadên îstîhdamê ava bike. Baş e di hêla aborî de em ji sedî 11 mezin bûne lê welatî dipirsin, madem em mezintir bûne wê demê çima dahata min zêde nabe. Ev mezinbûn, dahata hin kesên din mezintir dike. Di nava 5 salan de para ku xebatkar ji dahata neteweyî digirin ji sedî 35’an daket ji sedî 30’an. Para sermayedaran jî di nava 5 salan de ji sedî 47’an derket ji sedî 52’yan. Dahat, ji xebatkaran ber bi sermayedaran ve herikî.”    ‘GOTINA ERDOGAN DI ZANISTÊ DE TUNE YE’   Prof. Dr. Ahmet Şahînoz destnîşan kir ku gotina serokomarê AKP’î Erdogan ku dibêje; ‘Faîz sedem, enflasyon encam e’ di zanista aboriyê de tune ye û wiha qedand: “Ji Valahiya di bazirganiya derve ku ji ber vê modêla aboriyê derketiye holê, dê di dema pêş de weke valahiya carî derkeve pêşiya me. Dê ev modêla aboriyê ya nû bi kêr neyê. Sedema mezinbûna aboriya Tirkiyeyê, koronavîrûs bû. Dema faîz dikeve, enflasyon zêde dibe. Ji xwe li Tirkiyeyê jî wisa bû. Di sala 2021’an de îxracata Tirkiyeyê zêde bû. Sedema wê jî ev bû; mirovan ji ber covîd-19’ê pêdiviyên xwe dayîn paş, bi vekirina deriyên aboriyê re carekî ketin nava tevgerê. Û daxwazeke zêde çêbû. Sedema mezinbûn ev e. Heke şerê Rûsya-Ûkraynayê berdewam bike, dê bandora li ser aboriyê hîn zêdetir bibe. Ji ber ku aboriya me girêdayî derve ye. Ji ber şer bihayê enerjî, çandinî û xurekan girantir dibe. Heke şer bidome dê ziyaneke mezin bigihije aboriya Tirkiyeyê. Ji ber ku aboriya Tirkiyeyê gelek hesas e.”   MA / Bêrîvan Kutlu