Karkerê ji ser banê fabrîkeyê ket jiyana xwe ji dest da 2022-03-28 21:31:53   RIHA - Li Rihayê karkerê montajê Sedat Aslan ê ji ser banê fabrîkeyekê ket, jiyana xwe ji dest da.    Li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê (OSB) a Rihayê karkerê montajê Sedat Aslan ê ji ser banê fabrîkeyekê ket, jiyana xwe ji dest da. Tenduristkarên ku hatin cihê bûyerê, piştî mudaxileya ewil Aslan rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê. Aslan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku 3 zarokên Aslan hene.   Ji bo otopsiyê cenazeyê Aslan rakirin morga Saziya Tiba Edlî. Hat hînbûn ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.