Bi çar çavan li benda çûyîna zozanan ne 2018-03-02 09:15:44 ÎDIR – Li Îdirê sewalvan, bi çar çavan li benda çûyîna zozanan e. Tekane tengezariya zozanvanan ew e ku herêmên zozanên wan qedexekirî ne. Zozanvanî diyar kirin ku li gel hemû qedexe û astengiyan jî ji bo ew biçin zozanan amade ne.  Li Îdirê welatiyên sewalan xwedî dikin, bi hesret li benda derketina zozanan e. Ji bo biçin zozanan, welatî rojan dihejmêrin. Yên sewalan xwedî dikin diyar kirin ku pezê wan hemû zane û ji bo çûyîna zozanan amade ne. Îdiriyan got beriya her tiştî ew ji ber qedexeyên “Herêma Ewlehiya Taybet” zehmetiyan dikişînin.    Welatiyan li Bajarokê Hoşhaber a Îdirê heta niha sewalên xwe di axûran de xwedî dikirin. Ji şêniyên Hoşhaberê Mustafa Er (60) diyar kir ku ew bihar û havînê li zozanan e û zivistanê jî tên bajarok û tevahiya jiyana wî bi sewalkariyê re derbas bûye. Er anî ziman ku di mehên havînê de heywanên xwe dibe aliyê Agirî û Qersê û w bêsebir li benda çûyîna zozanan ne.    ÇEMÇÊ QEDEXE YE, DÊ BIÇIN ÇIYAYÊ ÇARSALÊ    Er da zanîn ku ew sar diçûn zozanên Çemçê yên Qersê lê ji ber ew herêm qedexekirîne dê îsal biçin zozanên Hecî Xêya ya navçeya Avkevir a Agiriyê û wiha got: “Di salên dawî de herî zêde em ji ber qexeyan zehmetiyê dikişînin. Dema em diçin Qersê zirara me ya madî jî çê dibe. Ev du sal in ji ber bihabûna êm sewal nayên xwedîkirin. Dema bi ser de jî qexe çê dibin em bêtir zirarê dikin. Her çi qas hewa sar be jî, em ê îsal zû derbikevin zozanan. Em ê mehek din sewalên xwe bibin qûntarên Çiyayê Çarsalê. Em ê di meha Hezîranê de jî biçin zozanan.”    ‘ZOZAN XWEŞ IN’    Er anî ziman ku ji ber herêma Îdirê ji herêmên din ên Serhedê germtir e neçar in derbikevin zozanan û got: “Me ji niha ve ji bo sewalên xwe, bi 50 hezar TL’yî zozan kirê kirine. Em sewalan xwedî nekin, nikarin pere qezenc bikin. Em sewalan xwedî nekin mexdûr dibin. Ji bo me û sewalên me zozan xweş in.”     ‘EM BI ÇAR ÇAVAN LI BENDA ÇÛYÎNA ZOZANAN NE’    Li gundê Qerek ê girêdayî navenda Îdirê jî koçeran ji bo zozanan amadekariyên xwe qedandin. Elmas Haşimoglu ya 68 salî jî diyar kir ku ew ê mehek din derkevin zozanan û ew ê li gel qedexeya “Herêma Ewle ya Taybet” jî sewalên xwe bibin herêma Araratê û got: “Ez karê sewalan dikim û ji bo vê yekê jî ez xwe baş hîs dikim. Ez gelek bextewar im. Zozan warê kurdan e. Me zozanan ji dayik, bav û kalên xwe dewr girt. Çûyîn û hatina me gelek xweş e. Em dibêjin bila ew dem were û em derkevin zozanan. Em bi çar çavan li benda wan rojan ne. Zozan ax û warê bav û kalên me ne, lê qedexe kirin e. Li gel vê yekê jî, em ji bo çûyîna zozanan amade ne.”    MA / Mujdat Can