Egîtîm Senê bertek nîşanî bihakirina tiştan da 2022-03-10 15:55:29   AMED - Egîtîm Sena Amedê li dijî zemên nû û krîza aborî daxuyanî da û bertek nîşanî zeman û bihabûna sotemenî, tiştên xwarinê, ceyranê û gaza xwezayî da.   Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm-Sen) ya Jimara 1'an û 2'yan ên Şaxên Amede li dijî bihabûnê, enflasyona zêde û zemên nîvê şevê tên eşkerekirin li avahiya Jimara 1'an a daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê Jimara 1'an a Şaxê Zûlkûf Guneş daxuyanî xwend.    ŞER DIKIN HINCET   Gûneş destnîşan kir ku sedema qeyrana aborî polîtîkayên şer û berjewendiyên hikûmeta AKP-MHP'ê ne û got: "Çavkaniyên welat li derdorê xwe belav dikin û sedema vê qeyranê jî wek şerê di navbera Rûsya-Ûkraynaê de nîşan didin. Mexdûr wekî her car gel e û para gel jî kirine xizanî."    LÎSTINA BI ÎSTATÎSTÎKAN   Gûneş bertek nîşanî zemên ku her şev tên kirin da û wiha axivî: "Sembola feqîriyê bûye fatûreyên ceyran, gaza xwezayî, tiştên xwarinê û mazot-benzînê. Her roj bi zeman ve mûçeyên me dihelin û ev yek ji aliyê TUÎK'ê ve tê veşartin. TUÎK bûye amûrekî lîstina enflasyona rast û dewlemendkirina sermayeyê. Divê mûçeyên me li gor enflasyona rast bên diyarkirin û şert û mercên me yên ku em kar dikin bên sererastkirin."