Fatûreya ceryanê ya Şaredariya Silopiyayê 718 hezar TL hatiye 2022-02-26 09:17:11 ŞIRNEX - Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, anî ziman ku ji ber deynên qeyûm, enfalasyona zêde û fatûreyên giran ên ceryanê xizmete ku dixwazin ji navçeyê re bikin û projeyên wan ên nû bi derengî dikevin.  Ji 6 şaredariyên niha di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de mane, yek jê jî Şaredariya Silopiya ya Şirnex yeç Şaredarî ji aliyekî hem deynin ji dema qeyûm mane dide, li aliyekî jî xizmeta navçeyê dike. Pereyê ku Bankeya Îllerê ji Şaredariyê dişîne, ji ber deynê qeyûm her meh milyonek TL jê tê birîn. Ji ber van deynan û fatûreyên ceryanê yên giran, xizmeta şaredariyê bi derengî dikeve.      DEYNÊN QEYÛM   Di Îlona 2016'an de Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayinî Şaredariya Silopiyayê ya DBP'î kiribû. Piştî qeyûm hatibû tayinkirin, di 31'ê Adara 2019'an de di hilbijartinên herêmî de şaredarî bi rêjeyeke jis edî 73 ket destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). HDP'ê gava şaredariyê bi dest xistibû, qeyûm wê gavê 15 milyon TL deynê ceryanê bi giştî 283 milyon TL deyn xistibû stuyê şaredariyê. Şaredariya HDP'î ji Adara 2019'an heya niha 24 milyon TL deynê şaredariyê daye.    Hevşaredar Adalet Fîdan, destnîşan kir ku tevî ev qas deynan jî xizmeta gel dikin û wê bikin.    BANKEYA ÎLLERÊ   Fîdan, destnîşan kir ku gava şaredariyê bi dest xistine gelek kêmasiyên taxan ên navçeyan hebûne û ewilî li ser çareserkirina van kêmasiyan sekinîne. Fîdan, diyar kir ku hem hewl didin deynan bidin hem jî ji bo pêkanîna projeyan hewl dane krediyan peyda bikin û got: "Ji bo krediyê me serî li kîjan saziyê da doza nameya temînatê ya Bankeya Îllerê kirin. Bankeya Îllerê jî daxwaza me ya ji bo nameya temînatê qebûl nekir. Ji ber vê jî me kredî peyde nekir. Di warê aborî de em tengijîn. Her wiha pereyê ku mehane ji şaredariyê tê re jî, her meh zêdetirî milyonek TL jê tê birîn."    FATÛREYA CERYANÊ   Fîdan, bilêv kir ku ji ber enflasyona zêde her tişt jis edî 200-300 biha bûye, lê li gel vê dahata şaredariyê wek xwe ye û got: "Hem ji ber deynan hem jî ji ber enflasyonê em zehmtiyê dikişînin. Bi ser de jî fatûreyên giran ên ceryanê hene. Di meha Kanûnê de hemû yekeyên şaredariyê li dor 250 hezar KW ceryan xerc kirin û ji bo vê fatûreyeke 304 hezar TL hat. Di meha Çileyê de jî ji bo 281 hezar KW 718 hezar TL fatûre hat. Niha gelek yekeyên me pir hindik ceryanê dişixulînin. Bi taybetî havînê ji ber germê û xebitandina bîrên avê ceryan pir tê xerckirin. Ger wisa bidome dê fatûreya me ya ceryanê du qat zêdetir bibe."    XIZMET   Fîdan, destnîşan kir ku ji ber her meh ji pereyeê ji şaredariyê re tê qismek jê tê birîn û ji ber enflasyona zêde û fatûreyên ceryanê yên giran xizmeta wan a ji bo gel bi derengî dikeve. Fîdan, bilêv kir ku xizmeta ku dixwazin ji bo navçeyê bikin û projeyên ku dixwazin pêk bînin, bi vî awayî bi derengî dikevin.    MA / Omer Akin