Kedkarên tenduristiyê ketin grevê: Em mafê xwe dixwazin 2022-02-08 16:45:42   NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo başkirina şert û mercên xebatê û mafên reha, TTB’ê demek beriya niha bang kiribû ku hemû xebatkarên tenduristiyê îro dev ji kar berdin. Di çarçoveya vê bangawaziyê de îro li gelek bajaran xebatkarên tenduristiyê neçûn kar û daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de çalakvanan bang li hikûmetê kirin û wiha gotin: “Em mafên xwe dixwazin.”    Xebatkarên tenduristiyê îro bi mebesta başkirina şert û mercên xebatê û mafên reha, bi pêşengiya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) rojekî dev ji kar berdan. Di çarçoveya çalakiyê de îro li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.   Di vê çarçoveyê de li bajarên Şirnex, Edene, Mêrsîn, Antalya, Hatay, Êlih, Îzmîr, Riha, Amed, Dêrsim, Stenbol, Bursa, Sêrt, Enqere, Mêrdîn û Artvînê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de pankartên wek “Em li ser kar in û we hişyar dikin. Em ne mijûlkirinê lê mafê xwe dixwazin”, “Tenduristî karekî komî ye û ji hev nayê cudakirin”,  “Li vê kargehê grev heye”, “Ked a me ye, gotin jî ya me ye” û gelek pankartên din hatin vekirin. Li gel xebatkarên tenduristiyê, her wiha parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî di daxuyaniyan de amade bûn.   HIKÛMET HIŞYAR KIRIN   Çalakvanan di daxuyaniyan de got ku tevî grevên heta niha jî hikûmetê guh nedaye daxwazên wan lê ev grev, hişyariya dawî ye. Çalakvanan da zanîn ku heke daxwazên wan neyên qebûlkirin, dê grevên demdirêjtir bikin û hikûmetê têk bibin.   Çalakî bi dirûşm û çepikan bi dawî bûn.