Nikarin nan bikirin: Wextê çûna AKP'ê hatiye 2022-02-08 09:08:00 WAN - Waniyan destnîşan kir ku berpirsê krîza aborî hikûmeta AKP'ê ye û gotin: "Êdî divê AKP biçe."  Li Tirkiyeyê bertekên li dijî krîza aborî didomin. Welatî bi dirûşmeya "Me dişêlînin" dadikevin kuçeyan û bertek nîşan didin. Li Wanê welatiyan destnîşan kir ku tekane berpirsê vê krîza mezin îqtidara AKP'ê ye.    BUDÇEYA ŞER   Ercan Tay, anî ziman ku fatûreya ceryanê ya meha Çile ya mala wî 380 TL hatiye û lê nikare vê fatûreyê bide. Tay, diyar kir ku berê rojê 3 nan dikirî lê niha nanekî dikire û got: "Berê kafeya min hebû. Lê ji ber krîzê û şewbê min 6 mehan nikaribû heqê kirêya wê bide. Ji mecbûrî min ew girt. Êdî em li bendê ne ku îqtidra bibêje 'ez nikarim bikim, dev jê berididim.' Rewşa niha ya welêt berhema 20 salan a AKP'ê ye. Polîtîkaya aboriyê ya îqtidarê, polîtîkaya şer e. Ew pereyê 20 sal in ji bo şer xerc kirin ji bo gel xerc bikirana dê niha rewşa aboriyê ne di vî halî de bûna."    'BERPIRS AKP YE'   Halîl Dînder ê ku kafeya wî heye, destnîşan kir ku di sala nû de fatûreyên wan ên ceryanê du qat zêde tên. Dînder, destnîşan kir ku tekane berprisê krîza aborî îqtidara AKP'ê ye û got: "Ji ber bihabûnê em pir zehmetiyê dikişînin. Her meh fatûreya me li gor ya meha borî du qat tê. Berê fatûreya kafeyê 500-600 lîre dihat, lê niha, ya meha Çile hezar û 100 lîre hat. Kafeya min heye, lê gava pereyê gel tune be, kes nayê kafeyê. Berê mişteriyan 5-6 çay vedixwar, lê niha ya çayekê an jî du çayan vedixwe."    Kaya Gur jî got: "Ger pere ji bo şer nehatana xerckirin, dê rewşa welêt ne ev bûna. Ger wî pereyê ji bo tanq û topan xerc kirin ji bo aramiya gel xerc bikirana, dê rewşa aboriyê baş bûbûna."    Bayram Karakaş jî destnîşan kir ku êdî hew deyax dikin û tu hêleke wijdanî û ehlaqî ya vê bihabûnê tune ye. Karakaş got: "Rewşa me qte nebaş e. Êdî em hew îdare dikin. Fatûreya ceryanê ya meha Kanûnê 560 TL bû. Lê ya meha Çile hezar û 260 TL hat. Îqtidar gel bi birçîbûnê terbiye dike. Kesên raya xwe didan AKP'ê, dibêjin em hew didinê. Perê welêt didin alîgirên xwe."