Karkerên Bendergeha Hopa’yê daxwazên xwe dan qebûlkirin 2022-02-07 13:59:01   STENBOL - Karkerên Bendergeha Hopa’yê piştî ku daxwazên xwe dayîn qebûlkirin, dawî li çalakiya xwe anîn.    Karkerên Bendergeha Hopa’yê ji ber ku îkramiyeyên wan hatibûn rakirin, ji bilî kêmtirîn heqdestê wan zem li mûçeyan nedihat kirin, qutkirina saetên xebatê û heqdestê nexwerû, di 4’ê sibatê de dev ji kar berda bûn. Di roja 4’emîn a çalakiyê de Gerînendetiya Rêveberiya Bendergehê hemû daxwazên karkeran qebûl kirin.    Têkildarî mijarê Umut-Sen Hopa’yê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku piştî hevdîtina bi Gerînendeyê Rêveberiya Bendergehê re, hemû daxwazên karkeran hatine qebûlkirin.