Halê bazarê: Destvala vedigerin malê 2022-01-29 09:11:36 WAN - Li Taxa Xaçortê ya Wanê şêniyên diçin bazarê, ji ber bihabûna fiyetan bêyî ku tiştekî bikirin destvala vedigerin malê.    Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên aboriyê yên şaş ên îqtidarê krîzeke mezin heye. Ji ber vê krîzê hema bibêje her roj fiyet biha dibin û betalî zêde dibe. Ji ber vê bihabûnê êdî welatî nikarin debara xwe bikin.   Li Taxa Xaçort a Wanê welatiyên ji bo lazmatiyên xwe diçin bazarê, ji ber bihabûna fiyetên fêkî û zebzeyan destvala vedigerin malê.    ‘EM NIKARIN ZIKÊ XWE TÊR BIKIN'   Zeynep Eryilmaz, diyar kir ku ji ber bihabûnê êdî nikarin tiştekî bikirin û got: "Min bi 100 lîreyî tenê çend kîlo tişt stendin. Bi rastî jî em bi zorê debara xwe dikin. Niha ez rabim bi 300 lîreyî tiştan bikirim dîsa jî ez ê nikaribim tevahiya lazmatiyên xwe bikirim. Em 4 kes in û em nikarin debara xwe bikin. Berê gava ez bi 100 TL'yî dihatim bazarê, hema bibêje min hemû lazmatiyên xwe dikirîn, lê niha bi heman pereyî ez nikarim tiştekî jî bikirim. Êdî em nikarin zikê xwe têr bikin."    ‘BERPIRS ÎQTIDAR E'   Esnaf Abdûllah Tunel jî bilêv kir ku ji ber bihabûnê karê wan sekiniye û got: "Berê me qezenc dikir, lê niha ez nikarim debara xwe bikim. Pere bi mirovan re tune ye û destvala vedigerin. Gelek tişt biha bûne. Fiyetê marolê par 4 lîre bû, niha bûye 8 lîre. Îspenax bi 3 lîreyan bû, niha bûye 8 lîre. Bexdenûz bi lîre û nîvê bû, niha bûye 3 lîre. Her roj biha dibin. Tiştê niha bi 5 lîreyan bifiroşim, sibê dibe 8 lîre. 40 sal in vî karî dikim, lê cara ewil e tiştekî wiha dibînim. Ên welêt xistin vî halî AKP û MHP ne."    ‘EM NIKARIN LAZMATIYÊN XWE BIKIRIN'   Leyla Gulce, bilêv kir ku ji ber zeman her diçe bêtir xizan dibin û ji ber bihabûnê nikarin tiştekî bikirin. Gulce got: "Li welêt krîzeke pir mezin heye. Ev yek tesîrek mezin li me dike. Ji ber krîza aborî em pir feqîr bûn. Ez bi 10 lîreyan hatim bazarê. Lê ez destvala vedigerim malê. Îqtidara AKP'ê feqîran bêtir feqîr dike, zengînan jî bêtir zengîn dike. Êdî em nikarin lazmatiyên xwe yên sereke bikirin. Vê mehê heqê ceryanê 500 lîre hat. Difikirim em ê çawa bidin."    ‘NIKARIN WELÊT BI RÊ VE BIBIN'   Fahrettîn Şakar ê etariyê dike jî got: "Ez hatim bazarê. Lê ji ber bihabûnê nikarim tiştekî bikirim. Berê bi 100 lîreyî dihatim, min têra hefteyekê zebze û fêkî dikirîn. Lê niha bi 100 lîreyî tenê çend kîlo zebze tê stendin. Nikarin welêt bi rê ve bibin. Ez bi etariyê debar xwe dikim, lê herî zêde 50 TL bi dest min dikeve. Ez bi vî pereyî debara 12 kesan dikim."    ‘ZAROKÊN MIN NIKARIN FÊKÎ BIXWIN'   Nezmî Dîlce yê cotkar jî bilêv kir ku 9 kes in lê tenê ew dixebite û ji ber bihabûnê 2 meh in nikare ji bazarê tiştekî bikire. Dîlce got: "Ez hatim bazarê, lê ez destvala vedigerim. Min tenê du kîlo petat, qevdek bexdenûz, 2 kîlo firingî, marolek stend, hemû bi 100 lîreyî."    Dîlce, destnîşan kir ku ji ber bihabûnê ev çend meh in zarokên min fêkî nexwarine û got: "Musebîbê van meseleyan ên welêt bi rê ve dibin bi xwe ne. Gel ne di etra wan de ye, tenê yên piştgiriya wî dikin berîkên wan tije dike. Ez bawer nakim îqtidara heyî vê krîzê hel bike."    Fahrettîn Çakan jî got: "Divê ez ji bazarê hin tiştan bikirim, lê nikarim bikirim. Berê em dihatin me bi 150 lîreyî gelek tişt dikirîn. Lê niha gava ez lazmatiyan bistînim divê 500 TL'yî xerc bikim."    Kamîl Aydin jî got: "3 meh in ez têm bazarê lê destvala vedigerim. Tenê ne ez her kes ji ber vê krîzê perîşan bûye. Kes nikare debara xwe bike. Ez bi hemaltiyê debara xwe dikim, lê herî zêde 50 TL bi dest min dikeve. Vê mehê heqê ceryanê 850 TL hat. Aboriya welêt xistine nav lepên xwe, çawa bixwazin wisa dikin. Ger wisa bidome dê xela çêbibe."    MA / Hakan Yalçin