'Ji bo sê çar kes zengîn bibin em birçî tên hiştin!' 2022-01-22 09:04:53 STENBOL - Welatiyên bertek nîşanî bihabûna fiyetan dan û gotin: "Ji bo sê çar kes zengîn bibin, em birçî tên hiştin."  Di sala nû de gaza xwezayî ji sedî 50, ceryan ji sedî 125 biha bû. Ev yek bi taybetî barê malbatên debara xwe bi meaşê kêm dikin girantir kir. Welatiyan diyar kir ku heqê fatûreyên gaz, ceryan û avê teqabulî parek meaşê kêm dike û bertek nîşanî bihabûna fiyetan dan.   Li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê xebatkara marketê Zuleyha Muldur (31), anî ziman ku bi meaşê kêm debara xwe dike. Muldur, destnîşan kir ku ew bi tenê ye lê dîsa jî nikare debara xwe bike. Muldur, bal kişand ser bihabûna fiyetê ceryan û gaza xwezayî û got: "Ez di xaniyê kirê de me û bi meaşê kêm debara xwe dikim. Dibêjin 'me meaşê kêm zêde kir', lê hê em di roja ewil a sala 2022'yan bi zemê re rû bi rû man."    Muldur, destnîşan kir ku zema li meaşê kêm kirine têra pêdiviyên wan nake û got: "Par meaşê min 2 hezar û 800 TL bû. Lê fiyetê kirêyan ev qasî ne biha bû. Îsal meaşê kêm bû 4 hezar û 253 TL. Lê têra mesrefên min ên mehekê nake. Niha li Stenbolê kirêya herî erzan 2 hezar û 500 TL ye. Ez mehê 2 hezar û 500 TL didim heqê kirê. Meha borî fatûreya ceryana min 191 TL hat. Lê vê mehê 412 TL hat. Gaz ji 350 TL'yî dest pê dike. Ez li malê namînim, lê fatûreya min a avê 90 TL hatiye. Metbax jî heye. Par min mehê 500 TL ji bo metbaxê xerc dikir. Lê îsal heman tiştan bi hezar û 200 TL'yî distînim. Gava em hemûyan hesab bikin mehê dike 4 hezar û 522 TL. Yanî em 4 qatê meaşê xwe didin zeman."    HEZAR Û 925 TL BACA DAHATÊ   Muldur, bilêv kir ku îqtidar tim zêdekirina meaşê kêm bibîr dixe û got: "Lê fiyet hingî zû diguherin êdî di ber wan re nagihêm. Gava dolar 18 TL bû, ev qas zem tune bûn. Lê niha dolar 13 TL ye, lê hema bibêje fiyet du qat biha bûne. Ger bihabûn girêdayî dolar be, nexwe gava kêm bû çima tesîrê li fiyetan nake? Yanî ez 4 hezaran wergirim ç çi bibe? Gelo baca dahatê ya ku ez didim dihesibînin? Ez her meh hezar û 925 TL baca dahatê didim."    PIRTEQALÊN XERABE BI 5 TL'YAN E   Maytap Toprak (55) ku li Taxa Yûnûs Emre ya Sûltangaziyê dimîne, anî ziman ku hevjînê wê li ser înşeatan dixebite û meaşê wî meaşê kêm e. Toprak, bilêv kir ku 3 kes in, lê heqê ceryan û gazê hezar û 500 TL tê ji wan re û got: "Em gazê di pileya herî kêm de vêdixin. Hundir germ nabe, lê fatûre 450-500 TL tê. Fatûreya avê 100 TL, a ceryanê 350 TL tê. Fiyetê tenekeya rûn 135 TL, qaba hêkan 40 TL ye. Berê qabek hêk têra me ya hefteyekê dikir, lê niha têra me nake. Ji lew re êdî em nikarin penêr bikirin, em hêkan dixwin. Lê piştî qaba wan bû 40 TL em nikarin wan jî bikirin. Ma ev ne zilm e? Êdî kes fêkiyên baş nastîne. Kîloya pirteqalan bûye 8 TL. Lê em diçin ên xerabe distînin. Kîloya yên xerabe 5 TL ye."    'JI KRÎZA DEMÎREL XIRABTIR E'   Toprak, krîza aborî ya di dema serokkomarê 9'an ê Tirkiyeyê Suleyman Demîrel de bibîr xist û got: "Ez di dema Demîrel de diketim dorê, lê niha hîn bêtir mirov mehkûmî dorê kirine. Sirf ji bo sê çar kes zengîn bibin me birçî dihêlin. Xwedê me ji vê hikûmetê xelas bike."