KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin 2021-12-23 14:08:15 ENQERE - Hevseroka KESK'ê Şukran Yeşîl Kablan, diyar kir ku teqawît û kedkarên cemaweriyê di bin rêjaya birçîbûnê de dijîn û xwest ku mûçeyê kedkarên cemaweriyê herî kêm di asta heqdesta asgarî de bê zêdekirin.    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), derbarê hevdîtinên ku li dijî Qanûna Peymana Komkariyê (TIS) tên kirin û xebatên xwe yên dema pêş de li Navenda xwe ya Giştî civîna çapameniyê li dar xist.  Hevseroka KESK'ê Şukran Yeşîl Kablan, di civînê de axivî û bal kişand ser hevdîtina ku duh di navbera rêveberên Memûr-Sen, Kamû-Sen , Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî û Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan de hat kirin û ev tişt got: "Di hevdîtinan de ji bo daxistina daxwazên kedkaran teqleke din li teqlan zêde bûye. Lihevkirina meha tebaxê ji ber bihabûn û helandina pereyê tirk a li ber kûra dovîzê  bûye polik. Ev jî dahata kedkaran bi lez helandiye."   Di bedewamê de Kablan, diyar kir ku teqawît û kedkarên cemaweriyê di bin rêjaya birçîbûnê de dijîn û xwest ku mûçeyê kedkarên cemaweriyê herî kêm di asta heqdesta asgarî de bê zêdekirin.