Ji ber her tişt biha ye nikare biçe bazarê 2021-12-14 09:12:12   RIHA - Guler Kaplan (40) ku li bereqeyeke yek ode dijî û ji nanê çopê berhev dike û difiroşe debara xwe dike, diyar kir ku ji ber bihabûna her tiştî nikare biçe bazarê û dikanê.    Li navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê, Guler Kaplan (40) ku li maleke ji 10 metreçargoşeyî ya ji yek odeyî pêk tê dijî, bi nanê ku ji çopê berhev dike û difiroşe debara xwe dike. Kaplan, her roj serê sibehê zû ji xew radibe, diçe nanê avêtine çopa berhev dike û piştî ku hişk dike kîloya wî bi hezar TL'yî difiroşe. Ji ber ku li gorî 2 meh berê bihayê arvan û nan gelek biha bûye êdî weke berê nikare nan ji çopan berhev bike. Du kurê Kaplan ji ber hişbirê hatine girtin û ji ber rewşa xwe ya aborî nikare ji wan re pere bişîne. Kurekî Kaplan ji ber sedemên maddî bi malê nekeve û Kaplan bi keça xwe berastenga mêjî re dijî.    ÇAR MEHAN CAREKÊ DIKEVE BÎRA ŞAREDARIYÊ   Kaplan, têkildarî rewşa xwe axivî û diyar kir ku ji ber nikare ji zarokên xwe re pere bişîne girtîgehê gelek zora wê diçe û wiha got: "Di saetên zû yên serê sibehê derdikevim kuçeyan. Hin rojan nan di çopan de heye hin rojan jî nîne. 2 mehan nan berhev dikim û piştî ku hişlk dikim difiroşim. Kîlo bi hezar TL'yî difiroşim. Rojê 4-5 kîlo berhev dikim. Hin rojan jî qet nabînim. Rexmî nexweşiyên xwe jî bi saetan li çopan digerim. Havînê xêrxwazekî odeya me tamîr kir. Sala borî dûwar ne bi sewax bûn. Rêxistineke ku navê wê nizanim hat bi xêra xwe ji min re sewax kir. Heman komele û parêzerê kurê min ê girtî êzangan dan me. Sala borî ki ber êzing tune bûn min çopê dişewitand. Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ji 4 mehan carekê pakêteke alîkariye dide min Wê ev têra çê bike?"   'EV ÇAWA DEWLET E?'   Di berdewamê de Kaplan, destnîşan kir ku 2 meh in fatoreya xwe ya ceyranê nedaye û wiha pêde çû: "Nanên ku difiroşim têra lêçûnên me nakin. 200 TL deynê min ê ceyranê heye. Ji bo razandina fatoreyê deyn dikim. Niha hezar TL deynê min ê dikanê heye. Êdî rewşeke min a deyn bixwazim tune ye. Odeya lê dimînim a hevjînê min ê beriya 12 salan me dev ji hev berda ye. Ji bo odeyê 400 TL pere dixwaze. Keda me jî di malê de heye. Heke ji vê malê derkevim cihekî min ê biçimê tune ye. Timik gefan li min dixwe. Beriya niha ji ber tapo li ser navê wî ye helw da bêyî min bifiroşe. Min destûr neda. Du sal in nikarim ji bazar û dikanan dan û standinê bikim. Niha nizanim kîloya rûn çiqas e. Ji bo ku bipirsim perê min jî tune ye. Em nikarim du nan û kîloyek zeytûn bikirin. Ji ber ku pereyê min tune ye min li otobusa şaredariyê siwar nakin. Hin caran ji cihên dûr nan didime pişta xwe û dibim. Alîkarî tê kirin lê dema ku ez serî lê didim nadine min. Ev çawa edalet e? Ev çawa dewlet e?"   MA / Emrûllah Acar