‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin' 2021-12-10 09:12:49 ÊLIH - Ji Sendîkaya Karkerên Tekstîlê Mehmet Alî Başak, destnîşan kir ku milyon û 300 hezar karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin û got: "Di demeke ku kes nikare tiştekî bikire de, divê meaşê kêm meaşekî adil be."  Li Tirkiyeyê pêvajoya diyarkirina meaşê kêm dest pê kir. Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm ku ji nûnerên karkeran, patron û nûnerên hikûmetê pêk tê, hevdîtinên ji bo tespîtkirina meaşê kêm yê 2022'yan didomînin. Cîgirê Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Mehmet Alî Başak, şert û mercên xebatê yên sektorê û meaşê kêm nirxand.    Başak, destnîşan kir ku îqtidara ku li teref sermayeyê ye, binpêkirina mafên karkerên tekstîlê ji nedîtî ve tê. Başak, anî ziman ku li gor daneyên fermî li seranserê Tirkiyeyê milyon û 300 hezar karkerên tekstîlê hene û nekontrolkirin û çavnebariya ji bo qezenca zêde vê qadê veguherandiye qadeke kedxwariyê.    KARKERÊN DERÎ TOMARKIRINÊ   Başak, bilêv kir ku di sektora tekstîlê de ku piranî keda jin û zarokan tê xwarin mafên karkeran tên xespkirin. Başak, da zanîn ku li bajarên herêmê nêzî 150 hezar karkerên tekstîlê yên tomarkirî hene û kardêr meaşekî pir di biniya meaşê kêm de dide karkerên zarok ên temenê wan di navbera 11-16 salan de.    TIRKIYE ÇÎNA EWROPAYÊ YE   Başak, destnîşan kir ku karkerên tekstîlê ji ber ku ne rêxistinkirî ne keda wan tê xwarin û ji milyon û 300 hezar karkerên tekstîlê tenê nêzî 100 hezar karker endamêns endîkayê ne. Başak, bilêv kir ku kesên di vê sektorê de dixebitin car heye 16 saetan dixebitin. Başak, anî ziman ku xebateke bi vî rengî pêkanîneke pergala koletiyê ye.    Başak, destnîşan kir ku Tirkiye Çîna Ewropayê ye û welatên Ewropayê sûdê ji xebata erzan a vê derê digire. Başak, diyar kir ku pirsgirêkên li herêmê li gor herêmên din zêdetir in û sendîkayên tên herêmê jî tên terorîzekirin û bi vî awayî ser pirsgirêkan tê girtin.    ‘ÎQTIDAR EHLÊ SERMAYEYÊ YE'   Başak, destnîşan kir ku di wexteke ku mirov nikarin debara xwe bikin û ji ber xizaniyê xwe dikujin de hevdîtinên ji bo meaşê kêm tên kirin û got: "Dê di demeke ku kes nikare serî bi dolar û euro re derxe meaşê kêm bêd iyarkirin. Wekî hemû hevdîtinan di vê hevdîtinê de jî îqtidar ehlê sermayeyê ye û hewl dide gel mehkûmî xizaniyê bike. Sendîkaya me doza 5 hezar û 200 TL'yî dike. A rast ev jî ne heqê keda karkeran e. Di serdemeke ku tu tiş nayê kirîn de, divê meaşê kêm meaşekî adil be."    MA / Fethî Balaman