KESK: Divê mûçeya kêmane derveyî bacê bêgirtin 2021-12-07 10:45:42   ENQERE – Hevseroka KESK’ê Şukran Kablan xwest ku mûçeya kêmane derveyî bacê bê girtin û bi lêv kir ku heta zamên li xwarinên bingehîn hatine kirin neyên sererastkirin, wê windahiyên mûçeya kêmane jî nikare were sererastkirin.    Pêvajoya fermî, ji bo diyarkirina mûçeyê kêmane ya nêzî 7 mîlyon karkerên li Tirkiyeyê, dest pê kir. Komîsyona Diyarkirina Mûçeya Kêmane ku ji nûnerên karker, patron û hikûmetan pêk tê, di çarçoveya xebatên diyarkirina mûçeya kêmane de, ku wê di sala 2022’an de bikeve meriyetê, civîna xwe ya yekemîn di 1’ê Kanûnê de pêk anî. Civîna komîsyonê ya duyemîn îro ye, civîna sêyemîn jî roja Pêncşemê ye. Di hevdîtinên mûçeya kêmane de Konfederasyona Sendîkayên Karsazên Tirkiyeyê (TÎSK) karsazan, Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURK-ÎŞ) jî kedkaran temsîl dike.    Hevseroka Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan Yeşîl têkildarî hevdîtinên mûçeya kêmane nirxandin kir.    JI HER 2 KESAN YEK BI MÛÇEYA KÊMANE DIXEBITE   Yeşîl, diyar kir ku mûçeya kêmane nîşaneya nirxê ku ji karker û kedkaran re tê dayîn e û destnîşan kir ku Tirkiye bi taybetî di 7 salên dawî de cihê ku herî zêde karkerên mûçeyên kêmtirîn lê dixebitin e. Yeşîl, bi bîr xist ku tenê li welatên Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirina Aboriyê (OECD) ji her 10 kesan tenê yek bi mûçeya kêmane dixebite û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê ji her du kesan yek bi mûçeya kêmane dixebite.     DIVÊ PEYMANA ILOYÊ WERE PÊKANÎN   Yeşîl, da zanîn ku li cihekî ku her diçe xizan dibin dijîn û wiha got: “Li gorî peymana ILO’yê, mûçeya kêmane li gorî şert û mercên jiyanê yên malbatek dikare lê bijî tê diyarkirin, lê li welatê me li ser bingeha kesekî/ê tê diyarkirin. Bêedaletî û newekhevîtî ji vir dest pê dike.” Yeşîl, diyar kir ku bacên ji mûçeya kêmane tên wergirtin jî bêedalet in û wiha berdewam kir: “Di navbera mûçeya net û brut de ferqeke mezin heye. Divê mûçeya kêmane derveyî bacê bê girtin û ev bêedaletî were sererastkirin. Heta zamên li xwarinên bingehîn hatine kirin neyên sererastkirin, wê windahiyên mûçeya kêmane jî nikare were sererastkirin.” Yeşîl, dazanîn ku dema mûçeya kêmane tê diyarkirin jin derve tên hiştin.    LI ÇAR HERÊMÊN CUDA MÎTÎNG    Yeşîl, hemû welatî vexwendin mîtîngên KESK’ê ku di 18’ê Kanûnê de li Amed û Îzmîr û di 19’ê Kanûnê de jî li Stenbol û Enqereyê werin li dar xistin.