Piştî 8 salan Banka Navendî mudaxileyî kûra dovîzê kir 2021-12-01 13:17:19   ENQERE - Bankaya Navendî, ragihand ku ji ber bihayê ne tendurist ên kûrên dovîzê di hêla firotinê de rast e rast mudaxileyî piyasê kiriye. Li ser vê dolar daket bin asta 13'an.     Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB), ragihand ku mudaxileyî piyasê kiriye. Ji aliyê Bankaya Navendî ve ev daxuyanî hat dayîn: "ji ber bihayên ne tendurist ên di kûrên dovîzê de tên dîtin di hêla firotinê de rast e rast mudaxileyî piyasê tê kirin." Bankaya Navendî ku di serdema 2019-2020'an de rezerva veşarî ya nêzî 128 milyar dolarî firotibû û hewl dabû zêdebûna kûrê bide rawestandin, herî dawî di 23'ê çileya 2014'an de bi foritina 3,15 milyar dolarî rast e rast mudaxileyî piyasê kiribû.    Piştî vê daxuyaniyê kûra dolar/TL heta asta 12,83'an daket.